Ozgur Ozel: Em guh nadin qedexeyan

23-03-2025
Nîşan Ozgur Ozel Qedexe Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku ew dê li gorî qedexeyan tevnegerin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 19ê Adarê hatibû desteserkirin û li Stenbolê qedexe hatibû ragihandin û îro jî ew qedexe hat dirêjkirin.

Ozgur Ozel bertek nîşanî biryara qedexeyê da û got "Ev qedexe ne tiştek in. Wekî ku em 3 roj in guh nadin tu qedexeyên li dijî destûrê, em dê dîsa jî guh nedin wan."

Ozel li Saraçhaneya Stenbolê axivî û got:

"Ev qedexeya ku Erdogan fermana wê daye û nav lê daniye, di pratîkê de nayê hesibandin.

Îşev em dikarin li her derê bin. Pêşî em dê li Saraçhaneyê kom bibin. Li gorî rewşa şevê eger Çaglayan be, Çaglayan, eger Vatan be, Vatan...

Eger xerabiyeke mezin çêbibe, em dê herin Taksîmê, belkî cihekî din. Îro em bêyî ku zererê bidin kesî, bêyî ku destê xwe bidin polîsên me lê bêyî ku bitirsin, em dê li 81 parêzgehan li kolanan bin.

Em dê nesekinin û wekî ku 3 roj in me guh nedaye ti qedexeyên neqanûnî, em dê îşev jî guh nedin wan.

“Em naxwazin pergala Tirkiyeyê têk biçe”

Em naxwazin pergala Tirkiyeyê têk biçe. Ji vê demê û pê ve em li bendê ne, em hêvî dikin û em biryardar in ku aqil serdest bibe û maqûlî li pêş be.

Em dixwazim duşemê li Tirkiyeyeke normal şiyar bibin. Me li Tirkiyeya nenormal cihên girtî qedandin, me tirs li pey xwe hişt."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst