Lêpirsîna ‘terorê’: Îmamoglu îfadeya xwe da

22-03-2025
Nîşan Ekrem Îmamoglu Îfade
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ekrem Îmamoglu di çarçoveya “lêpirsîna terorê” ya derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de îfadeya xwe da û karên îfadewergirtinê qediyan.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 19ê Adarê hatibû desteserkirin.

Kar û barên îfadewergirtina Ekrem Îmamoglu li Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê tên kirin.

Îmamoglu di çarçoveya “lêpirsîna terorê” de îfadeya xwe da û karên wî yên îfadedayînê qediyan.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihandibû ku lêpirsîn ji aliyê "Buroyên Lêkolîna Sûcên Rêxistinî" ve tê meşandin.

Ji bo Îmamoglu hatiye gotin ku ew “serokê rêxistinê” ye û hat îdiakirin ku ev rêxistin “karsazan neçarî dayîna pereyan dike, bi hinek karsazan re bi hev re dixebitin da ku bi awayekî neheq qezencê bikin, bi rêya kesên sexte kirîn û firotinê dikin û pereyên ku ji sûcan bi dest xistine spî dikin, ji bo veguhestin û berhevkirina pereyan kesên sivîl bi kar tînin ku wekî ‘qaseyên veşartî’ tên binavkirin.”

Lêpirsîna duyem

Li hêla din, li ser Ekrem Îmamoglu dest bi lêpirsîneke duyem jî hatibû kirin.

Di vê lêpirsînê de qala “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê hatiye kirin û wî bi rêya vê yekê “alîkarî daye PKK/KCKyê” û “sempatîzanên rêxistinê li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi cih kirine.”

Îro li Dadgeha Çaglayanê îfadeya Îmamoglu û 90 kesên din dihat standin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst