Li Îzmîrê 143 koçber hatin desteserkirin

25-10-2023
Nîşan Îzmîr Koçber Desteserkirin Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Çeşme, Menderes û Seferîhîsarê yên parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, di Deryaya Egeyê de 143 koçber hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku wan koçberan dixwest biçin Ewropayê.

Li Tirkiyeyê di demên dawiyê de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yûnanistanê û Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, li navçeyên Çeşme û Seferîhîsarê, li nav Deryaya Egeyê, di sê beleman de 74 koçber hatin desteserkirin.

Li navçeya Menderesê jî di belemekê de 69 koçber hatin desteserkirin.

143 koçber piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst