Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Ekrem Îmamoglu 19ê Adarê hatibû desteserkirin.
Kar û barên îfadewergirtina Ekrem Îmamoglu yên li Dadgeha Çaglayanê qediyan.
Di çarçoveya lêpirsîna “terorê” de Îmamoglu, Serokê Şaredariya Şîşliyê Resul Emrah Şahan, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Mahîr Polat û Birêvebirê Enstîtuya Reformê Mehmet Alî Çalişkan bi tohmeta "alîkarîkirina rêxistina terorê ya çekdar" bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.
Îmamoglu, di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de, bi tohmetên wekî "avakirina rêxistina sûcan", "nêlirêtiya di îhaleyan de" û "wergirtina bertîlê" hat tohmetbarkirin û bi daxwaza girtinê dewqî dadgeha nobedar a sulhê hat kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihandibû ku lêpirsîn ji aliyê "Buroyên Lêkolîna Sûcên Rêxistinî" ve tê meşandin.
Ji bo Îmamoglu hatiye gotin ku ew “serokê rêxistinê” ye û hat îdiakirin ku ev rêxistin “karsazan neçarî dayîna pereyan dike, bi hinek karsazan re bi hev re dixebitin da ku bi awayekî neheq qezencê bikin, bi rêya kesên sexte kirîn û firotinê dikin û pereyên ku ji sûcan bi dest xistine spî dikin, ji bo veguhestin û berhevkirina pereyan kesên sivîl bi kar tînin ku wekî ‘qaseyên veşartî’ tên binavkirin.”
Lêpirsîna duyem
Li hêla din, li ser Ekrem Îmamoglu dest bi lêpirsîneke duyem jî hatibû kirin.
Di vê lêpirsînê de qala “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê hatiye kirin û wî bi rêya vê yekê “alîkarî daye PKK/KCKyê” û “sempatîzanên rêxistinê li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi cih kirine.”
Şeva borî li Dadgeha Çaglayanê îfadeya Îmamoglu û 90 kesên din dihat standin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse