Par li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê firotina xaniyan ji sedî 17 kêm bûye

19-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Firotina Xaniyan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sala borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê firotina xanî û yekeyên niştecihbûnê li gorî 2022yan ji sedî 17 kêm bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê rapora xwe ya salane ya derbarê firotina xaniyan de belav kir.

Li gorî raporê sala 2023yan li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistan milyonek û 926 hezar xanî û yekeyên niştecihbûnê hatine firotin.

Bi vê yekê jî sala 2023yan li gorî salek berî wê firotina xanî û yekeyên niştecihbûnê ji sedî 17 kêm bûye.

Stenbol sala borî  di firotina xaniyan de yekem bajar bû, ji ber ku 2023yan 198 hezar û 739 xanî û yekeyên niştecihbûnê li wî  bajarî hatine firotin.

Ew hejmar li Stenbolê li gorî sala 2022yan ji sedî 16,2 kêm bûye.

Enqere bi firotina 114 hezar û 432 xanî û yekeyên niştecihbûnê di rêza duyem de ye û li wê derê jî sala 2023yan li gorî salek berî wê firotina xaniyan ji sedî 9,3 kêm bûye.

Îzmîr jî bi firotina 65 hezar û 465 xanî û yekeyan di rêza sêyem de ye lê bi heman awayî li wê derê jî rêjeya firotina xaniyan di heman serdemê de ji sedî 5.3 kêm bûye.

Herî kêm li Bakurê Kurdistanê hatine firotin

Li gorî heman raporê sala 2023yan herî kêm xanî û yekeyên niştecihbûnê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê hatine firotin.

Li Erdexanê tenê 426 xanî û yekeyên niştecihbûnê hatine firotin. Li Colemêrgê 501 û li Dêrsimê jî 970 xanî û yekeyên niştecihbûnê  hatine firotin.

Bi gotina TUÎKê sala borî 35 hezar xanî û yekeyên niştecihbûnê ji bo kesên biyanî hatine firotin û ew hejmar jî li gorî sala 2022an ji sedî 48,1 kêm bûye.

Herî zêde xanûber li Antalyayê ji bo biyaniyan hatine firotin. Biyaniyan sala borî li Antalyayê 12 hezar û 702 xanî û yekeyên niştecihbûnê kirîne.

Li Stenbolê ew hejmar 11 hezar û 229 û li Mêrsînê jî 3 hezar û 16 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst