Ji bo 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hişyarî hat dayîn

21-06-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Barîna Baranê Lehî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, bo 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hişyariya barîna baranê û lehiyê da.

Li gor daxuyaniya Saziya keşnasiyê, dê li parêzgehên Sêwaz, Meletî û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û Konya, Aksaray, Nigde, Nevşehîr, Kayserî, Enqere, Gîresûn û Ordu yên Tirkiye îro 21ê Hezîranê baran û cih cih jî zîpik bibare.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê dibêje, li gor texmînan baranbarîn dê heta roja Şemiyê 24ê Hezîranê berdewam bike. Li hinek parêzgehan ligel barîna teyrokê egera lehiyê heye û tê daxwazkirin ku aliyên peywendîdar û welatî tedbîrên pêwîst werbigrin.

Li parêzgehên Sêwaz, Meletî û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê dê dem dem hêza baranbarînê zêde bibe û bi xwe re ba jî bîne. Di heman demê de Saziya Keşnasiyê daxwazê ji welatiyan dike ku bo egera lehiyê, brûsk, zîpik û bahozê hişyar bin û tedbîrên pêwîst werbigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst