Parlamentera DEM Partiyê: Kurdî xeta me ya sor e

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan Gulcan Kaçmaz Sayyîgît DEM Partî Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê di gotubêjên butceya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê de axivî û bal kişand ser qedexeya li ser zimanê Kurdî.

Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê doh di dema gotûbêjên butceya Wezareta Perwerde û Wezareta Malbatê de li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî.

Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê got:

“Sedsalekê zimanê gelê Kurd qedexe bû, ne amade ye sedsaleke din jî zimanê wan qedexe be.

Ji bo gelekî ku li ser axa xwe ye, zimanê wan ê dayikê wek xwendina dersa bijarde şermeke mezin e.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê herwiha got:

“AKP behsa TRT Kurdiyê dike, em hemû dizanin ji bo propagandaya xwe bi Kurdî bike bi kar tîne.

Vê kanalê heta niha kîjan derdê Kurdên ku bûne çar parçe aniye ziman û behs kiriye û dê kengî behs bike?”

Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê di mijara zimanê Kurdî de rexne li mixalefetê jî kirin û got:

“Heger dibêjin Destûra Bingehîn berhema derbeya 12ê Îlonê ye û li dijî wê derdikevin, ji bîr nekin ku qedexekirina Kurdî jî esera wê hişmendiyê ye.

Sedsaleke din jî Kurd ji perwerdeya bi zimanê dayikê werin bêbeşkirin qetilkirina zimanekî ye.”

"Kurdî xeta me ya sor e"

Sayyîgîtê tevî nerazîbûna hinek parlamenterên partiyên din jî axaftina xwe bi Kurdî bi dawî kir û anî ziman:

“Çi Kurmanc, çi Zaza, çi Soran, çi Goran em tevahî Kurd in.

Zimanê me Kurdî ye, Kurdî xeta me ya sor e.

Ez girtîgehan û dayikan bi rêzdarî silav dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst