DEM Partî: Divê pêwendiyên bi Sûriyeyê re zelal bin

10-07-2024
RÛDAW
Nîşan Ayşegul Dogan DEM Partî Ozgur Ozel Sûriye Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser çûyîna Serokê CHPyê ya Sûriyeyê got, “Pêwendiyên ku dê bi Sûriyeyê re bên çêkirin divê zelal û vekirîbin.”

Herwiha Ayşegul Doganê got, “Eger berovajî vê yekê tiştek çêbibe wekî çawa doh em li dijî rawestiyan em dê careke din ji bo siberojeke bi edalet û demokratîk têkoşîna xwe bikin.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser çûyîna Serokê CHPyê Ozgur Ozel a Sûriyeyê ku Beşar Esad daxwaza hevdîtinê qebûl kiriye axivî.

Doganê amaje bi wê yekê da ku welatiyên Sûriyeyê ji ber şer mecbûrî ji welatê xwe koç kirine û divê mijara sereke ew be.

“Divê bersiva pirsa Tirkiye li Sûriyeyê çi dike bê dayîn”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wiha axivî:

“Eger li Sûriyeyê ji aliyê pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê dê qonaxeke nû ya polîtîk dest pê bike, divê ev pirs bên gotûbêjkirin.

Yek dê rewşa koçberan çi bibe û divê şert û mercên vegera bi dilê xwe jî bê nîqaşkirin.

Wekî DEM Partiyê em bibêjin, em li dijî vegera bi zorê ne, koçber divê bi zorê neyên vegerandin.

Xala duyemîn jî ew e ku divê bersiva pirsa Tirkiye li Sûriyeyê çi dike bê dayîn û di vê qonaxa nû de Tirkiye wê li gel Kurdên Sûriye û Tirkiyeyê stratejiyeke çawa bi rê ve bibe, bê diyarkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst