115 nivîskar, helbestvan û hunermendan li ser qeyûman daxuyanî da

18-06-2024
Nîşan Şaredariya Colemêrgê Qeyûm Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 115 nivîskar, helbestvan û hunermendan li dijî danîna qeyûm daxuyaniyeke hevbeş belav kir û wan xwest danîna qeyûman bi dawî bibe.

Di nav wan de kesên navdar ên wekî Orhan Pamuk, Oya Baydar û Ahmet Tellî jî hene.

Nivîskar, helbestvan û hunermendan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “qeyûm binpêkirina îradeya gel e.”

“Divê qeyûmê Colemêrgê demildest bi paş de bê vekişandin”

Daxuyaniya hevpar a nivîskar, helbestvan û hunermendan wiha ye:

“Danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê, binpêkirina mafê bijirîn û hilbijartinê yê gel e û bi awayekî giran binpêkirina destûrê ye.

Em daxuyaniyên li ser danîna qeyûman qebûl nakin ku hêviya jiyanê ya aştî û xweşbîniya welêt dişikînin û piraniya welatiyan jî vê polîtikayê nehiqûqî dibînin

Li gorî destûrê hemû welatî wekhev in û divê rêz li mafê wan ê bijirîn û hilbijartinê bê girtin.

Divê qeyûmê Colemêrgê demildest bi paş de bê vekişandin û polîtikaya danîna qeyûman bê bidawîkirin ku bi ti awayî cihê wê di hiqûq û demokrasiyê de nîne.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê qeyûm dabîbû ser Şaredariya Colemêrgê ku di destê DEM Partiyê de bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst