STENBOL - Şofêrekî taksiyê hat kuştin: Hevalên wî xwepêşandenek kir

18-04-2024
RÛDAW
Nîşan Şofêr Taksî Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şofêrên taksiyan ên li parêzgeha Stenbolê kuştina hevkarekî xwe protesto kir.

Roja çarşemê şofêrê taksiyê Yaşar Yanikyurek ji aliyê mişteriyê xwe yê welatiyê Îranê ve hat şelandin û bi kêrê hat kuştin.

Hevalên wî yên şofêr li dijî kuştina wî bi taksiyên xwe xwepêşandanek kir û bangî hikûmetê kir ku çareyekê ji kuştina şofêran re bibîne.

Serokê Komeleya Şofêrên Taksiyê yê Stenbolê Denîz Dundar got:

“Em dixwazin êdî ev bi dawî bibe. Ez ji hemû hevpîşeyên xwe tika dikim, di serî de Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê wekî kesayetî û hevpîşeyên me serî li hemû saziyên dadî bidin.

Em wekî saziyên sivîl ji bo we hemû tiştî dikin. Ji bo ku ev kar bilez bê kirin divê hûn jî demildest serî lê bidin.”

Kujerê şofêr heman rojê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin lê şofêr daxwaza garantiya ewlehiyê dikin.

Şofêr Osman Balikçi jî da zanîn:

“Em bi salan e bi şev dixebitin. Ev hevalên me yên li vê derê hemû ji bo debara mala xwe ji şevê heta sibehê dixebitin û ti garantiyeke me nîne.

Me îro jî dît ku bi awayekî hêsan û bi roj me birayekî xwe ji dest da.”

Serokê Komeleya Esnafên Taksiyê yê Stenbolê Adem Coşkunyurek jî ji Rûdawê re ragihand ku di salên dawî de ji ber bikaranîna kamerayan di nav taksiyan de kuştina şofêran gelekî kêm bûye.

Tenê car caran kesên ku nizanin kamera di taksiyan de heye hewla şelandin û kuştinê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst