Zextên li ser penaberên Sûriyeyî di sala nû de jî berdewam in: Otomobîlên koçê yên mobîl

04-01-2024
Omer Sonmez
Zextên li ser penaberên Sûriyeyî di sala nû de jî berdewam in: Otomobîlên koçê yên mobîl
Zextên li ser penaberên Sûriyeyî di sala nû de jî berdewam in: Otomobîlên koçê yên mobîl
Nîşan Penaberên Sûriyeyî Stenbol Zext
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê, di şeva sersalê di dema pîrozbahiyan de jî rastî zor û zextan hatin.

Lewra li bajarên Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi 59 xalên koçê yên mobîl, li meydan û kolanên sereke nasnameya bi hezaran penaberan hatin kontrolkirin û 121 penaber jî hatin girtin.

Li Stenbolê 52 xalên koçê yên mobîl hene û li cihên ku herî zêde penaber lê ne kontrola nasnameyan pêk tîne.

Loma ev sepandina nû ji bo penaberên Sûriyeyî bûye cihê tirs û xofê ku dema îqamet û destûra penaberekî li wî bajarî nebe ew yekser ji bo bajarê lê qeydkirî an jî ji bo navenda vegerandina penaberan tê şandin.

“Hilbijartin jî nêzîk dibin”

Koordînatora Navenda Diyalogê ya Sûriyeyê Kinda El-Hewaslî got:

“Ji bo penaberên Sûriyeyî ev krîzeke demkî nîne. Loma lazim e Hikûmeta Tirkiyeyê jî polîtîkayeke nû bi rê ve bibe lê em dibînin ku li bajarên mezin bi taybetî li Stenbolê ji bo girtina penaberan kampanya dane destpêkirin.

Hilbijartin jî nêzîk dibin. Loma penaber dibin karteke navxweyî û ewlehiyê. Ev jî dibe sedem ku civaka Tirk ji penaberan aciz bibin.”

Li gorî Îdareya Koçberan a Tirkiyeyê, ji 21ê Kanûna Pêşîna 2023yan û vir ve, Ii Tirkiyeyê bi giştî 3 milyon 222 hezar û 12 penaberên Sûriyeyî dijîn.

Penaberên Sûriyeyî herî zêde li Stenbolê dijîn û hejmara wan bi fermî 530 hezar e.

Ji ber girtin û vegerandina ji bo bakurê Sûriyeyê, êdî piraniya penaberên Sûriyeyî wek berê nikarin li ser sosyal medyayê û ji bo medyaya giştî nêrînên xwe parve bikin.

“Ew dibin sedema bihabûna kirêya xaniyan”

Welatiyê Tirkiyeyê Ramazan Încel anî ziman:

“Lazim e penaber bên lêpirsîn û bên kontrolkirin. Ne tenê penaberên Sûriyeyê. Li welatê me ji gelek welatên Efrîka û komarên Tirk penaber hene.

Ew dibin sedema bihabûna kirêya xaniyan jî. Helbet dibin pirsgirêk jî ji bo asayîşê. Em dibînin.”

Welatiyê Tirkiyeyê yê bi navê Erkan jî got:

“Niha aboriya Tirkiyeyê ne baş e. Penaberên Sûriyeyî jî hatine vir û roj bi roj zêde dibin. Loma xelk ji wan aciz e. Dema aborî jî xirab dibe xelkê vir dibêjin, sedema vê Ereb û Sûriyeyî ne.”

Welatiyê Tirkiyeyê Yilmaz Polat anî ziman:

“Ne tenê ez hemû welatî li dijî penaberan in. Lewra bê pergal û bê kontrol in.

Nîzama welêt xirab dikin. Herwiha ji ber sedema ku hinek dahata Tirkiyeyê ji wan re diçe em ji wan aciz in.”

Li gorî rapora saziyên penaberan, sala 2023yan nezîkî 300 hezar penaberên Sûriyeyî li Tirkiyeyê kêm bûne û di nav 7 salên dawî de hejmara penaberên li Tirkiyeyê gihiştiye asta herî nizm.

Di demên dawî de li Tirkiyeyê li dijî penaberên Sûriyeyî êriş û bûyerên nijadperestiyê jî zêde dibin.

Li nav welatên cîhanê Tirkiye ew welat e ku herî zêde mazûvaniya penaberan dike lê hem hikûmet, hem mixalefet, hem jî piraniya civaka Tirk ji hebûna penaberan aciz e û hebûna penaberan ji bo guhertina demografiya welatê xwe wek “gefekê neteweyî” dibînin.

Loma di demên dawî de zor û zextên li ser penaberan û vegerandina wan ji bo Sûriyeyê zêdetir bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst