Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê: Ji ber bihabûna kirêya xaniyan ez li cem dayika xwe dimînim

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Kirêya Xaniyan Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê ragihand ku li Stenbolê kirêya xaniyan ji bajarê Manhattanê yê Amerîkayê bihatir e.

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Hafîze Gaye Erkanê di hevpeyvîneke ligel medyaya Tirkiyeyê de behsa rewşa aborî ya Tirkiyeyê kir.

Di van salên dawî de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê kirêya xaniya gelekî biha bûne û hema bêje hemû mûçeyê karmend an karkerekî diçe kirêyan.

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê ragihand ku ew bi xwe jî li Stenbolê yek ji mexdûrên bihabûna kirêyan e.

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Hafîze Gaye Erkanê got:

“Stenbol dikare ji Manhattanê bihatir be? Me li Stenbolê xanî nedîtin. Gelekî biha ne.

Em li cem mala dayika min bicih bûn û li cem wan dimînin.”

“Li nirxê pîvazan binêre”

Erkanê ragihand ku ew gelek caran derbarê nirxê kirêyan, xorak û kelûpelan de gotûbêjê bi berpirsê avahiya ku tê de dimîne re dike û got:

“Li avahiya me kek Sadik heye. Gelek caran ji wî nirxan dipirsim. Ez dibêjim nirx daketine lê ew dibêje nexêr daneketine.

Her tim dibêje min, nirx daneketine heger tu bixwazî here li nirxê pîvazan binêre.”

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê li hemberî bihabûna nirxê xanî û kirêya wan jî pêşniyara avakirina xaniyên civakî kir.

Derbarê wan kesan de jî ku gelek xaniyên wan hene got:

“Divê 10 xaniyên mirovekî nebin, xaniyekî 10 mirovan hebe.”

Gotinên Hafîze Gaye Erkanê di demekê de ne ku Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek berî çend rojan gotibû, “Li bajarên mezin nirxê kirêyan ber bi daketinê ve ye.”

Wezîrê Bazirganiyê ya Tirkiyeyê jî gotibû ku nirxê kirêya xaniyan li Tirkiyeyê derdora ji sedî 25 daketiye.

Li aliyê din gotinên Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê li ser tora civakî bû rojev û li ser wan şîroveyên cuda û balkêş hatin kirin.

“Kê Stenbol ji Manhattanê bihatir kiriye?”

Serokê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal got:

“Xuyaye ku ev rewş bi xwe hatiye vê astê. Seroka Banka Navendî qet behsa bikeran nake.

Kê Stenbol ji Manhattanê bihatir kiriye? Desthilata 21 salî û ekonomîstê herî mezin Erdogan.”

Hunermendê Tirk Aramagan Çaglayan jî nivîsî:

“Eger ji we pirsîn wek Wezîrê Bazirganiyê bibêjin kirê ji sedî 25 erzan bûne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst