AK Partî: CHPê soza Otonomiyê daye HDPê

17-04-2023
RÛDAW
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bangeşeya partiyên siyasî bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê geş bûye.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bangeşeya partiyên siyasî bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê geş bûye.
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê CHP HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di kampanya hilbijartinan de gotûbêj li ser soz û peymanên ku eger heye CHPê dabin HDP tê kirin.  Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Mehmet Muş k îdia kir ku CHPê li beramber piştgiriya Kiliçdaroglu soz daye HDPê ku piştî hilbijartinê navçeyekî otonom radestî wan bike.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bangeşeya partiyên siyasî bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê geş bûye.

Niqaşên li ser neragihandina piştgiriyê ya HDPê bo berbijêrê Hevpeymaniya Millet bo postê serokkomariyê ku rikeberê AK Partiyê ye berdewam in.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Mehmet Muş ku berbijêrê AK Partiyê yê li Stenbolê di bangeşeya hilbijartinê de îdîa kir ku CHPê li beramber piştgiriya Kiliçdaroglu soz daye HDPê ku piştî hilbijartinê navçeyekî otonom radestî wan bike.

Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Mehmet Muş got: “Eger hewqasî evîndarê vî welatî ne dê ligel PKKê nebin ku hewl dide herêmekî Tirkiyê parçe bike û dewlet jî ev 40 sal in dijî wan têdikoşe. Ne wiha ye? Wê demê em rexne li hezkirina we ya welat nagrin. HDP çi dibêje? Dibêje hûn li başûr-rojhilat herêmeke xweser bo me dihêlin, navê wê otonom an jî xwerêvebirin. Ne girînge navê wê çiye. Hevalno madem herêmeke Tirkiya me wek otonom didin, desthilata dewleta me nahêlin û me ji hev dixin, wê demê ev 40 salin em çima têdikoşin?”

Serokê CHPê û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu di wê baweriyê de ye ku bi piştgiriya hevpeymaniya xwe dê di gera yekemîn de bi ser bikeve.

Ji ber wê di axaftina xwe de dibêje dê dadperwer be û mafê wan kesên ku deng nedine wî jî dê biparêze.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got: “Bihar vedigere vî welatî. Em hemû li vî welatî di nava aştiyê de dijîn. Mafê her kesî dê bê dayîn, xeman nexwin. Eger hûn dengê xwe nedin min jî ez dê mafên we radest bikim, bila kes nîgeran nebe. Ez ne weke siyasetvanên dinim. Dengê xwe bide min an nedin, kî mafdar be ez ê ligel wan bim.”

Di nav kêmtirî mehekê de xelkê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê diçin ser sindoqên dengdanê.

Li gor rapirsiya herî dawî ya Kompanya Metropollê, her çiqasî dengên AK Partiyê li gor hilbijartinên sala 2018an kêm bûne jî lê di hilbijartinên 14ê Gulanê de yekemîn partî derdikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst