Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku Serokê Şaredariya navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê Riza Akpolat ji erkê xwe hatiye dûrxistin.
Akpolat bi tohmeta “endamtiya rêxistina tawanê û gendeliya di îhaleyên şaredariyê de û wergirtina bertîlê” hatibû girtin.
Serokê Şaredariya Beşîktaşê yê CHPyê Riza Akpolat 13ê mehê bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîneke “rêxistina tawanê” de hatibû desteserkirin.
Ew piştre 16ê mehê di çarçoveya heman lêpirsînê de bi tohmeta “endamtiya rêxistina tawanê, bidestxistina qazanca neheq û gendeliya di îhaleyan de” tevî 23 kesan hat girtin.
Piştî biryarê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Akpolat bi awayekî demkî ji erkê xwe hatiye dûrxistin.
Di daxuyaniya Wezaretê de hat gotin:
“Riza Akpolat bi madeya 127emîn a Destûra Bingehîn û li gorî madeya 47emîn a Yasaya Şaredariyan a bi hejmar 5393 wekî tedbîreke demkî ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve ji kar hat dûrxistin.”
Wezaretê di daxuyaniya xwe de derbarê danîna qeyûm a li ser şaredariyê tiştek negotiye lê Serokê Şaxa Stenbolê yê CHPyê Ozgur Çelîk ragihand ku heta Serokê Şaredariyê vedigere ser karê xwe dê ji endamên CHPyî yên Şaredariya Beşîktaşê wekîlek were hilbijartin.
Parêzgariya Stenbolê jî ragihand ku hilbijartina wekîlê Serokê Şaredariya Beşîktaşê dê 23yê mehê saet 14:00an were kirin.
Roja 13ê Kanûna Paşîn a 2025an bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna rêxistina tawanê de Şaredarê Beşîktaşê yê CHPyê Riza Akpolat hatibû desteserkirin.
Akpolat bi “bertîlxwiriyê” hatibû tohmetbarkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de ku di nav de karsazê Amedî Azîz Îhsan Aktaş heye derbarê 47 kesan biryara desteserkirinê hatibû dayîn.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdia dike ku “rêxistina tawanê ya Azîz Îhsan Aktaş bertîl daye şaredaran û berpirsên bilind ên şaredariyan û li beramberî vê yekê karên şaredariyan ango îhale rêkxistine û wergirtine.”
Hêzên ewlehiyê roja 16ê mehê 40 kesên karên wan ên îfadeyê li Birêvebiriya Ewlehiyê Stenbolê temam bûn birin dadgehê.
Dadgehê li ser Şaredarê Beşîktaşê Riza Akpolat, Alîkarê Şaredarê Beşîktaşê Alîcan Abaci, Serokê Kompanyaya Beltaşê ya Şaredariya Beşîktaşê Onder Gedîk û Azîz Îhsan Aktaş bi tevahî derbarê 23 kesan biryara girtinê dabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse