STENBOL - Serokê Şaredariya Beşîktaşê hat girtin

17-01-2025
Nîşan Şaredariya Beşîktaşê Riza Akpolat Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Beşîktaşê Riza Akpolat hat girtin.

Li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna li ser “rêxistina sûc”, 14 kes hatin girtin ku Serokê Şaredariya Beşîktaşê Riza Akpolat û Azîz Îhsan Aktaş hene.

2 kes bi şertê kontrola dadî hatin berdan û karên îfadedayînê yên 15 kesên din li dadgehê berdewam dikin.

Li gorî agahiyan, Serdozgeriya Stenbolê lêpirsînek li ser Azîz Îhsan Aktaş û rêxistina wî dimeşîne ku tê îdiakirin wan bi rêya bertîlan bandor li şaredar û rayedarên şaredariyan û îhaleyan kiriye.

Ji 40 gumanbaran 16 kes piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê sewqî Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.

Akpolat û Aktaş li gel 12 kesên din piştî îfadeyê li cem serdozger ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Dadgehê biryar da ku 2 kes bi kontrola dadî werin berdan û ji bo 15 kesên din jî biryar hîn nehatiye dayîn.

Dadgehê ji bo Ehmed Aktaş, Erdal Kavak, Esra Yenîdunya, Fatîh Alpkaya, Ferhat Keleş, Mehmet Ertaç Aydin, Mustafa Us, Ozcan Tunçel û Omer Gungor jî biryara kontrola dadî dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst