Amed li Stenbolê tê nasandin: ‘Germahî û mêrxasiya wan ez anîm vir’

15-12-2023
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Amed Stenbol Danasîn
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Rojên danasîna Amedê li Stenbolê bi beşdariyeke qelebelix a protokol û eleqeyeke zêde ya xelkê berdewam dike.

Di çarçoveya rojên danasînê de ku wê 4 rojan berdewam bike hemû şaredariyên navçeyên Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin bi haziriyeke gelekî zêde amade ne.

Siyasetmedarên payebilind û hejmareke zêde ya parlamenterên bajêr, tevî Parêzgarê Amed û Parêzgarê Stenbolê li merasîma destpêkirinê amade bûn.

Rengên Amedê bi her hal û şêweyên xwe li Balafirgeha Ataturkê li benda hezkiriyên Amedê ne.

Rojên danasîna bajaran ku êdî li Tirkiyeyê bûye kevneşopiyek bi saya Amedê di asteke cuda de bi rê ve diçin.

Tevî ku dora hemû bajaran bi şêweyekî normal bi rê ve diçe lê dema ku dor tê danasîna Amedê atmosfer û eleqe û beşdarî jî derdikeve lûtkeyeke nû.

Piştî Îzmîrê Amed bi xwarin, cilûberg, cîhûwarên dîrokî û xwezayî, çêj û rengên xwe vê carê li Stenbolê ye.

“Me Amed anî vir”

Rêvebirê Çand û Geştiyariyê yê Amedê M. Sabahatîn Genç got:

“Me Amed anî vir. Ev zêdetirî mehekê ye em amadekariyê dikin. Bi dengbêj, muzîk, lîstik, xwarin û her tiştê xwe ve em li vir in.

Em dixwazin Stenbol bibe mêvanê me. Em dixwazin çand û dîroka me ya kevnar bibînin.”

Ji bo beşdariya vê merasîmê Wezîrê berê yê Karên Navxwe Abdulkadîr Aksu, parêzgarên Stenbol û Amedê, hejmarek wezîr û şêwirmenda Erdogan, hejmareke zêde ya parlamenteran, payebilindên burokrasî û rêvebirên gelek rêxistinan amede ne.

Cîgirê Şaredarê Bismilê Ridvan Akbulut jî got, “Me zebeş, lavanta û pemboya Amedê anî vir.”

“Wekî ku ez çûme memleketê xwe”

Ferîde Tenkaya ku berî 30 salan ji navçeya Licê ya Amedê koçî Stenbolê kiriye jî li standa Amedê bû û got:

“Ez her sal diçim bajarê xwe. Niha jî wekî ku ez çûme memleketê xwe. Ez gelekî bextewar im.”

Li hundirê vê hola mezin dengê dahol û zirneyê, govend û folklora bajêr bi beşdariya xelkê di her temenî de olan dide.

Ne tenê Amedî, xelkê bajarên din jî bi meraq beşdarî bernameyê dibin.

Welatiyê ji Hatayê Ahmet Demre got:

“Ez 24 sal in li Stenbolê me û tiştê ku ez anîm vê derê hevalên min ên Amedî bûn.

Germahî û mêrxasiya wan bû ku ez anîm vir. Helbet dema min bihîst rojên Diyarbekirê ne yekser ez hatim.”

Li derve jî dûkêl li ser pijandin xwarinên amedê bi taybetî jî li ser çêkirina cêgerê bilind dibe.

Aşpêjê cîgerê Ramazan Îlhan got:

“Em çiqasî li vir cîgerê çêbikin jî wekî ya Amedê nabe. Li gelek deveran cihên me hene. Hemşeriyên me tên cem me.”

Bernameya danasînê ku bi pêşengiya Parêzgariya Amedê û Weqfa Danasîna Bajêr û bi piştgiriya desthilat û komeke zêde ya rêxistinên wî bajarî dest pê kir dê 4 rojan berdewam bike.

Bi taybetî ji bo ku geştyar ber bi Amedê ve biçin di van rojan de wê bernameyên taybet jî li dar bikevin.

Tê payîn ku di nava 4 rojan de zêdetirî 50 hezar kesî biçin konê Amedê yê li Stenbolê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst