Li Amedê erdhej çêbû

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Şankuş Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şankûşê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve bi hêza 3.8 pile erdhejek çêbû û kûrahiya wê 7 kîlometre bin erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) îro Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku li navçeya Şankûş ser bi parêzgeha Amedê demjimêr 21:23 deqe bi hêza 3.8 pile erdhejek çêbûye.

Herwiha AFADê da zanîn ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bin erdê bûye.

Li gor zanyariyên destpêkê erdhej nebûye sedema ti zerarekê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst