Parlamentoya Tirkiyeyê pêşniyarpirsa li ser Kurdî vegerand

15-09-2023
RÛDAW
Nîşan Pêşniyarpirs YSP Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera YSPyê ragihand ku pêşniyarpirsa wê ya li ser zimanê Kurdî ya ku pêşkêşî Serokayetiya Parlamentoya Tirkiyeyê kiribû hatiye vegerandin.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê li ser zimanê Kurdî û cihgirtina wê ya di sîstema perwerdeyê de pêşniyarpirsek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kir.

Di pêşniyarpirsê de 5 pirs arasteyî Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yûsif Tekîn hatibûn kirin.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê di pêşniyarpirsa xwe de astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bi bîr xistibûn û ji Wezîrê Perwerdeyê sedemên qebûlnekirina perwerdeya bi zimanê dayikê pirs kiribû.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê li ser hesaba xwe ya tora civakî peyamek belav kir û ragihand ku pêşniyarpirsa wê ya li ser zimanê Kurdî hatiye vegerandin.

“Daxwaza sereke ya her Kurdekî perwerdeya bi zimanê dayikê ye”

Parlamentera YSPyê di peyama xwe de bertek nîşanî helwesta Parlamentoya Tirkiyeyê ya li hemberî zimanê Kurdî da û got:

“Pêşniyarpirsa ku me pêşkêşî parlamentoyê kiriye îro hat vegerandin. Careke din miameleya “zimanê  nayê zanîn” bi Kurdî re hat kirin.

Daxwaza sereke ya her Kurdekî perwerdeya bi zimanê dayikê û baweriya destûrê ye.”

“Divê dawî li şerma “zimanê nayê zanîn” bê anîn”

Sayyîgîtê di peyama xwe de bangî aliyên pêwendîdar ên Tirkiyeyê kir ku astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û anî ziman:

“Divê gelê Kurd bikare bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne. Rêya vê yekê jî li parlamentoyê vedibe.

Êdî di serdema 28emîn de divê dawî li şerma “zimanê nayê zanîn” bê anîn.”

Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê ameje bi wê yekê da ku saziyên Tirkiyeyê hîn ne di wê astê de ne ku pêşniyareke li ser zimanê Kurdî fehm bikin û got:

“Heta fehmkirin û hewla fehmkirinê nebe û zimanê dayikê yê gelekî neyê naskirin, ma pêkan e ku nîqaş li ser destûreke nû bên kirin?

Wezîrê Perwerdeyê li ser her mijarekê nêrîna xwe diyar dike, çima daxwazên li ser zimanê Kurdî nabîne?”

“Kurdî zimanê me yê dayikê û xeta me ya sor e”

Parlamentera YSPyê di berdewama axaftina xwe de got:

“Divê helwestên îdeolojîk bidin alî û demildest helwesteke mirovî, exlaqî û pedogajîk li hemberî zimanê dayikê bê nîşandan.

Berovajî vê bişaftin xilas nebûye û di formên cuda de berdewam dike.

Kurdî zimanê me yê dayikê û sedema hebûna me ye, bi qasî nan û avê pêdivî ye û xeta me ya sor e.”

Di sîstema perwerdeyê ya Tirkiyeyê de, Tirkî take zimanê fermî yê xwendinê ye.

Perwerdeya bi zimanê dayikê bi awayê fermî hatiye qedexekirin.

Qedexeyê bandoreke zêde li zarokên Kurd û proseya bişaftina wan kiriye.

Herçiqasî ji sala 2012yan ve zimanê Kurdî wek dersa bijarde di polên 5-6-7 û 8an de tê xwendin lê ji ber sedemên cuda pêvajo ne bi awayê fermî be jî, di pratîkê de rawestiyaye.

Ji bo sala xwendinê, milyonek û 201 hezar û 138 mamoste hatine erkdarkirin lê ji wan tenê 132 mamoste, mamosteyên zimanê Kurdî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst