Hevberdevka YSPê: Pêwîstiya me bi zimanekî nû yê rêxistinê heye

20-06-2023
RÛDAW
Nîşan YSP Çigdem Kiliçgun Uçar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevberdevka Partiya Çepên Kesk (YSP) Çigdem Kiliçgun Uçar li ser encamên hilbijartinên 14ê Gulanê ragihand ku pêwîstiya wan bi avakirineke siyasî ya nû û zimaneke nû yê rêxistinê heye.

Partiya Çepên Kesk yekem civîna fraksyona partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê saz kir. Di civînê de Hevberdevka YSPê Çigdem Kiliçgun Uçar bi zaraveyên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî û dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser mijarên di rojevê de.

Çîgdem Kiliçgun Uçar mijarên di rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de nirxandin û herwiha bal kişand ser encamên hilbijartinên 14ê Gualnê û got, ew ketine pêvajoyeke rexne û rexnedanê. Di heman demê de Uçar behsa pêdiviya nûbûnê ya di nava siyaseta partiya xwe de kir.

Hevberdevka YSPê Çigdem Kiliçgun wiha got: “Em ketine dem û pêvajoyeke nû, gelek derfetên ku ev dema nû derdixe pêşiya me hene. Ev yekem civîna grupa me  ye û ez dixwazim bi wêrekî çend tiştan bibêjim. Bi erkên ku hilbijartinên 2023an danîn pêşiya me tabloya ku derketiye holê sedema rexne û rexnedaneke cidî ye. Pêwîstiya me bi avakirineke siyasî ya nû û zimaneke nû yê rêxistinê heye. Me berê ragihandibû ku em dê dest bi jinûve avakirinekê bikin. Niha jî em dê wêneyê rast ê derketiye holê bibînin û li ser wê bingehê civînên xwe yên ligel rêxistinên navçe û bajaran û gelê xwe berdewam bikin. Lê li vir meseleya serekî faşîzma li dijî me tê meşandin e û dersa me ya herî girîng jî ew e em dê dijî vê faşîzmê bi çi rê û rêbazan xebata xwe mezintir bikin û mîrasa me ya vê yekê di astek girîng de ye.”

Uçar tekez kir ku  ew dê xebata xwe bighînin asta herî jor û wiha pê de çû: “Ez ji yên dixwazin partiya me bigrin, ên dixwazin pirsgirêkên hene bi kesan bînin ziman û bi wî awayî di nav partiya me de nakokiyan çêkin, ên xwe li zimanê nijatperestiyê pêçane, yên ku dixwazin siyaseta me bixin nav çarçoveyeke teng û yên bi rêyên cuda dixwazin hêza me bişkînin re dibêjim, ji vir nan ji were dernakeve û em nahêlin ev yek çêbibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst