Îmamoglu îro daxuyaniyê dide: Gelo dê bibe berbijêr?

15-08-2023
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Daxuyanî Stenbol CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu dê îro daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Ekrem Îmamoglu, di nav CHPyê nîqaşên "guherînê" dabûn destpêkirin û di van nîqaşan de yek ji aktorên sereke ye.

Piştî şikestina di hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê yên gulana îsal de nîqaşên guherînê yên di nav CHPê de berdewam dikin. 

Ekrem Îmamoglu kesê yekem bû ku di nav partiya xwe de banga guherînê kiribû.

Pêngavên Îmamoglu yên ji niha şûnde jî di siyaseta Tirkiyeyê de cihê meraqê ne.

Îmamoglu, berê malpereke întrernetê ya bi navê  “iktidaricindegisim.org” anku "ji bo desthilatê guherîn" vekiribû. 

Dihat pêşbînîkirin ku Îmamoglu 4ê Tîrmehê derbarê "guherînên di nav CHPyê de" daxuyaniyekê bide çapemeniyê lê wî ev daxuyanî neda.

"Dê îro daxuyaniyê bide"

Piştî ku di ser vekirina malperê re zedeyî mehekê derbas bû dê Îmamoglu îro demjimêr 12.00an li Navenda Kongreyê ya Halîçê ya li Stenbolê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Tê pêşbînîkirin ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de li ser pêvajoya guherînên di nav CHPyê de biaxive.

Li gorî hinek angaştan dê berbijêriya xwe ragihîne

Li gorî hinek ji îdiayên medyaya Tirkiyeyê, Ekrem Îmamoglu dê berbijêriya xwe ya serokatiya şaredariya Stenbolê ragihîne.

Li aliyê din, piraniya berpirsên CHPyê jî bi wê yekê re ne ku Îmamoglu careke din bibe berbijêr daku Stenbol ji dest CHPyê neçe.

Dê hilbijartinên xwecihî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Adara 2024an werin lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst