Hewlêr (Rûdaw)- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, sala nû ya xwendinê dest pê kir lê rewşa xirab a aboriyê bandora xwe li xwendinê jî dike û gelek zarok û xort dev ji xwendinê berdidin.
Li gorî TUIKê, 720 zarokên ku temenê wan di navbera 5-17 salî de ye wekî ‘karker’ dixebitin.
Li gorî rapora Komeleya Xwendekar û Malbatan Velî Derê, zêdetirî 2 milyon zarokên ku pêwîst bû li dibistanan bin êdî naxwînin.
Berpirsên komeleyê dibêjin, rewşa aborî ya Tirkiyeyê û ketina asta perwerdeyê dibe sedem ku xwendekar dev ji dibistanê berdin.
Li gorî amarên fermî, mesrefên perwerdeyê li gorî par ji sedî 120 zêde bûne.
Gilî û gazinên malbatan jî ji bihabûna xwendinê hene û barê ser milê wan girantir dike.
Ji ber vê jî gelek malbatên hejar, zarokên xwe naşînin xwendinê lê ji bo debara jiyanê dişînin kargehan da ku fêrî karekî bibin.
Sazî û sendîkayên perwerdeyê daxwaza perwerdeya belaş û bê beramber dikin.
Alî Guçluyê ku ji 13 saliya xwe ve li Stenbolê tamîra otomobîlan dike, yek ji wan zarok û ciwanan e ku ji neçarî dev ji dibistanê berdaye û ji bo piştgiriyê bide malbata xwe ji zarokatiyê ve dest bi xebatê kiriye.
Alî Guçlu piştî ku dibistana navîn diqedîne yekser dest bi kar dike û ev 10 sal in tevî hemû zehmetiyan hewl dide bibe hostayê otomobîlan.
“Min dev ji dibistanê berda”
Ali Guçlu ragihand ku wî dev ji dibistana navîn berdaye û dest bi kar kir.
Alî Guçlu wiha behsa çîroka xwe kir:
“Ev 10 sal in ez vî karî dikim. Ez heta lîseyê çûm dibistanê lê piştre min dest bi vî karî kir.
Tabî di destpêkê de ev kar gelekî zehmet e.
Dema meriv hîn dibe û dibe hosta êdî hêsan dibe.”
Li gorî rapora Komeleya Xwendekar û Malbatan Velî Derê, li dibistanên Tirkiyeyê her ku diçe rêjeya terikandina xwendinê zêdetir dibe.
Li gorî raporê, 2 milyon û 9 hezar û 480 zarok li derveyî xwendina asayî mane yanî yan wan dev ji dibistanê berdaye an jî ji derve dest bi xwendinê kiriye.
Berpirsên komeleyê didin zanîn ku yek ji sedemên sereke ku xwendekar dev ji dibistanê berdidin, rewşa aborî û bêkalîteyiya perwerdeyê ye.
“Bandora aboriyê li ser xwendinê heye”
Berpirsê Komeleya Velî Derê Bariş Dinga jî sedema terikandina xwendinê wiha eşkere dike:
“Li Tirkiyeyê polîtikayên perwerdeyê li ser 2 esasan in, yek jê dînî yek jî tîcarîbûn yanî ji bo piyasayê ye.
Mixabin ev her du tişt bûn sedem ku zarokên me ji dibistanê qut bibin.
Meriv dikare vê rewşê wekî sedema qutbûna ji dibistanê pênase bike.”
720 hezar zarok wekî “karker” dixebitin
Hejmara xwendekarên ku ji bo pîşeyeke hîn bibin diçin Navendên Perwerdeya Pîşeyî MESEMê jî her ku diçe zêdetir dibe.
Sala par hejmara xwendekaran derdora 160 hezarî bû lê îsal ew hejmar gihiştiye 1 milyon û 264 hezarî.
Li gorî TUIKê, 720 zarokên temenê wan di navbera 5-17 salî de ye wekî ‘karker’ dixebitin.
Aynur, dayîka 4 xwendekaran e. Li ser xwendina zarokan û mesrefên wê wiha diaxive:
“Debar gelekî zor bûye. Loma jî xelk nikare zarokên xwe bide xwendin.
Ji ber vê jî ew zarokên xwe dişînin îş, ji bo piştgiriyê bide bavê xwe.”
Mesrefên dibistanê ji sedî 125 zêde bûye
Erkan Yavuz jî bavê 2 xwendekaran e û wiha behsa pêvajoya xwendinê dike:
“Îsal mesrefên dibistanê pir giran bûne. Qelemeke ku sala par bi 3 lîreyan bû îsal bûye 20-25 lîre.
Ez dixwazim ji bo xwendekaran bihayê çente, cilûberg, xwarin û tiştên din erzan bibe.”
Welatiyê bi navê Cemil jî eşkere dike ku tiştê ku sala par bi 50 lîreyî bû îsal bûye 150 lîre.
Roj bi roj bihatir dibe. Loma jî ji xelkê nayê ku zarokên xwe bidin xwendin.
Li gorî amarên fermî, mesrefên perwerdeyê li gorî sala par ji sedî 120 zêde bûye.
Rewşa xirab a aboriyê dibe sedem ku malbatên hejar li dewsa zarokên xwe bidin xwendin, wan didin xebitandin.
Sazî û sendîkayên perwerdeyê ji dewletê dixwazin ku perwerdehî bi temanî bêpere be û piştgiriya perwerdeyê were dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse