Kiliçdaroglu pîrozbahî li Ogan kir

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu Sinan Ogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Hevpeymaniya Milet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi rêya telefonê li Berbijêrê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan geriyaye û ji bo rêjeya dengên ku wergirtine pîrozbahî li wî kir.

Berbijêrê Hevpeymaniya Milet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu peywendiyeke telefonî ligel Berbijêrê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan pêk anî.

Rojnamevan Bariş Pehlivan diyar kir ku Kemal Kiliçdaroglu telefonî Sînan Ogan kiriye û ji bo dengê ku wî wergirtiye ew pîroz kiriye.

Pehlivan amaje bi wê yekê jî kir ku bi îhtîmaleke mezin dê hevdîtin pêk were, lê ev yek nayê wateya pêkanîna hevpeymaniyê.

Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartina Serokomar û Parlementerên Heyama 28an dengdêr çûn ser sindoqan.

Li gor daneyên Ajansa Anadoluyê û Ajansa Ankayê encamên destpêkê wiha ne:

Ajansa Anadoluyê

Rêjeya sindoqên hatine vekirin: % 93.02

Recep Tayyip Erdogan: % 49.67

Kemal Kiliçdaroglu: % 44.59

Sinan Ogan: % 5.29

Muharrem Înce: % 0.45

Encamên Ankayê

Rêjeya sindoqên hatine vekirin: % 98.24

Recep Tayyip Erdogan: % 49.24

Kemal Kiliçdaroglu: % 45.04

Sinan Ogan: % 5.3

Muharrem Înce: % 0.42

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst