Sirrî Sakik bo Kiliçdaroglu: Niha karê min heye ez dê paşê bersiva te bidim

25-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Sirrî Sakik Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) yê Agiryê Sirrî Sakik bersiva gotinên Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu da ku gotibû “Sirrî Sakik dê piştgiriya me bike. Sirrî Sakik dê çi piştevaniya me bike û dê çawa piştgiriyê bide me? Em baş dizanin ku di nav dewleta kûr de çi diqewime, kî ji kê re xizmetê dike û kî bi çi sedeman diaxive.”

Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu beşdarî kanala Babala TVê ya li ser Youtube weşanê dike û bersiva pirsên mêvanan da.

Li ser pirsekî derbarê Parlamenterê YSPê yê Agiryê Sirrî Sakik de Kiliçdaroglu wiha got: “Sirrî Sakik dê piştgiriya me bike. Sirrî Sakik dê çi piştgiriyê bide me û dê çawa piştevaniya me bike? Em baş dizanin ku di dewleta kûr de çi diqewime, kî bi kê re xizmetê dike, kî çawa û ji ber çi sedeman diaxive. Ji ber ku li vî welatî burokratên pir rast û bi rûmet hene ku hîn jî ji welatê xwe hez dikin. Agahiyan ji me re tînin. Em baş dizanin kî çi ye.”

Sirrî Sakik jî li hesabê xwe yê Twitterê bersiva Kiliçdaroglu da û got ku ew tevî gotinên wî hewl dide dengdêr razî bike da ku herin ser sindoqan.

Di peyama xwe de Sakik nivîsaniye: “Birêz. @kilicdarogluk karê min ên bi tena serê xwe yên li dijî rejîma qesrê, ji yê hevpeymaniya we zêdetir in. Ez hêvî dikim ku hûn bibin serokomar. Wê demê hûn dê bizanibin ka kî kûr e û kî ne kûr e. Tevî xebatên me, bi min tu dest bi hejmartina kesên ku kûr in li derdora te ne bike. her çend ew tevî hemî hewildanên me nexebite. Niha em hemû balê bikişînin ser 28ê Gulanê. Ji ber ku ez hewl didim xelkê razî bikim ku biçin ser sindoqan, mafê xwe yê bersivdayînê heta piştî hilbijartinê dihêlim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst