Twitterê 7,340 hesab girtin û Tirkiyê nerazîbûn nîşan da

12-06-2020
RÛDAW
Nîşan Twitter AK Partî Fahrettîn Altun Recep Tayyîp Erdogan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya Twîtterê ragihand ku 7,340 hesab girtine ku têkildar bûne li gel AK Partiyê û bi mebesta piştevaniya Serokomarê wî welatî hatine bikaranîn û rênimayên astenkirina manîpulasyonê binpê kirine. Tirkiyê jî nerazîbûn nîşanî vê biryara Twitterê da.

Twitter ku yek ji mezintirîn torên civakî ye, daxuyaniyeke fermî belav kir û ragihand 7,340 hesabên ku navenda wan Tirkiye bûne hatine girtin.

Li ser sedema girtina wan hesaban jî, Twitterê amaje bi wê kiriye, hatiye tespîtkirin ku ew hesab têkildar in li gel xebatên baskê ciwanan a AK Partiyê û hatiye gotin, “di destpêka 2020an de torek hatibû tesbîtkirin ku bikarhênerên li navxweya Tirkiyê armanc dikir û bi awayekî koordîneyî xebatên sexte birêve dibir.”

Twitterê diyar kiriye ku di çarçova analîzên ku li gor tevgerên wan hesaban hatine kirin, ew hesabên sexte û hatine girtin, ji bo belavkirina postên bi armanca piştevaniya AK Partiyê û piştgiriya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hatine bikaranîn.

Li aliyê din, Tirkiyê jî nerazîbûn li hemberî vê biryara Twitterê nîşan da. Berpirsê Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun, li ser vê biryara Twitterê îddîa kir ku “ew dokumentên hatine pêşkêşkirin dûr in ji zanistbûnê û bi niyetên siyasî hatine pêkanîn.”

Fahrettin Altun ew biryara Twitterê weke, ‘karesatek’ binav kir û got, “Nayê qebûlkirin Hikûmeta Komara Tirkiyê û tevgereke siyasî bi awayekî bê bingeh bên tohmetbarkirin.” Altun îddîa jî kir ku Twitter, “Jibilî kompaniyeke torên civakî, xwedî helwesteke siyasî ye û kesên ku ne li gor vê helwestê de ne reş dike.”

Twitterê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê jî kiribû, lêgerîn û lêkokolîna li ser wan hesabên hatine girtin, ji aliyê Enstîtuya Polîtîkayên Stratejîk a Awistralyayê (ASPI) û Çavdêriya Înternetê ya Stanfordê (SIO) ve hatiye birêvebirin.

Herwiha Twitterê raghandiye, jibilî Tirkiyê, li Çîn û Rûsyayê jî bi tohmeta ‘xebatên belavkirina zanyariyên têkildar in bi dewletê’ bi giştî 32 hezar û 242 hesab hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst