Erdogan diçe Îmaratê

04-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Tirkiye Erdogan Îmarat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, dê piştî Lûtkeya NATOyê ya 11-12ê Temûzê serdana Îmaratê bike.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz û Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şimşek, 22ê Hezîrana 2023ê serdana welatê Îmaratê kiribûn û bi Serokê Îmaratê, Cîgirê Serokê Îmaratê û Wezîrê Xezîneyê re hevdîtin kiribûn.

Tirkiye dixwaze welatê Îmaratê li Tirkiyê weberhênanê bike û sermayeya biyanî bê welatê wan.

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şimşek ragihand, hevahengiya bi Îmaratê re berdewam e û dê demên pêş de Recep Tayyip Erdogan jî serdana Îmaratê bike. Şimşek dibêje, di dema serdana Erdogan de dê bi Îmaratê re girêbestên bazirganî yên berfireh bêne îmzekirin.

Şimşek got: “Di dema serdana me de bi Serokê Îmaratê Mihemed bin Ziyad el Nahyan re derfetên hevkariya aborî hatin nirxandin. Di cejnê de şandên her du welatan xebatên xwe berdewam kirin. Hefteya bê şandeke Îmaratê tê Tirkiyê. Piştî ku encamek ji xebatên her du welatan derketin dê Serokkomar Erdogan serdana Îmaratê bike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst