AK Partiyê derbarê efûya giştî de daxuyanî da

20-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Tirkiye Efûya Giştî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê îdiayên efûya giştî de ragihand ku heta niha ev mijar nebûye rojeva wan.

Mijara efûyeke giştî bo girtiyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ev demek e di rojevê de ye. Yekem îdiaya  di derbarê vê mijarê ji parlamenterê berê yê HDPê û wezîrê berê yê Geşedanê Muslum Dogan hat. Muslum Dogan di bulteneke Rûdawê de behsa hûrgliyên wê efûyê kir û got dê di 29ê Cotmehê de bê ragihandin û girtiyên siyasî jî  xwe digire.

Parlamenterê berê yê HDPê Muslum Dogan got: “Min ev zanyarî ji hevalekî xwe yê parlamenter wergirtin. Ji bo aşitiya civakî tekezî li ser vê mijarê hatiye kirin. Bi taybet ku Komara Tirkiyê dikeve sedsala xwe ya duyemîn tekezî li wê hatiye kirin ku ku di 29ê Cotmehê de bikeve warê cîbicîkirinê. Her ji  bo vê armancê xebatên li ser efûya giştî destpê kirine. Ev efû dê girtiyên siyasî jî li xwe bigire. 10 hezar kes ji ber nerîna xwe ya siyasî yan girtî yan jî hikumkirî ne.”

Piştî van gotinên Dogan çavê malbat û kesûkarên bi sed hezaran girtiyan li benda bersiveke hikumetê bûn, lê Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk roja Duşemê piştî  civîna Encûmena Rêveberiya Biryarder a Navendî ya Partiya xwe red kir ku ev mijar di rojeva wan de hebe û kar li ser hatibe kirin.

Berdevekê AK Partiyê li ser pirsa “Di rojeva we de efûyeke giştî yan jî xebata efûyeke bertengkirî heye?” wiha got: “Heta niha mijareke wiha ne di Encûmena Rêveberiya Biryarder a Navendî  de ne jî di   Encûmena Rêveberiya Navendî de nehatiye nîqaşkirin. Qet nehatiye rojevê.”

Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 399 girtîgeh hene. Kapasîteya van girtîgehan 289 hezar û 974 kes in, lê ji 1ê Çileya 2023an û şûnde 341 hezar û  497 kes li girtîgehan dimînin. Wate 54 hezar û 523  girtî ji wê kapasîteyê zêdetir in.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi taybet piştî têkçûna proseya aşitiyê û hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ya sala 2016an hejmara girtiyan di zêdebûnê de ye. Di 10 salên dawî de ku van herdu serdeman  li xwe digire derdora 200 hezar girtî li girtîgehên Tirkiyê zêde bûne. Êdî di girtîgehan de cih nemaye û girtî li bendê ne ku hikumet deriyê zindanan bi ser wan de veke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst