Kurdên Anatolyaya Navîn çi dixwazin û dê dengê xwe bidin kê?

12-03-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Anatolyaya Navîn DEM Partiyê di vê helbijartinê de namzedên xwe hene
Li Anatolyaya Navîn DEM Partiyê di vê helbijartinê de namzedên xwe hene
Nîşan Kurdên Anatolyaya Navîn DEM Partî Kulu Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Kurdên Anatolyaya Navîn, bi taybetî jî yên navçeyên Kulu û Canbegayê xwe ji hilbijartinan re amade dikin.

Li van her du navçeyan namzedên piraniya partiyan Kurd in.

Li navçeya Kuluyê ya Konyayê di hilbijartinên borî yên şaredariyan de aligirên HDPyê wê demê piştgiriya namzedê CHPyê kiribû lê namzedê AK Partiyê bi ser ketibû.

Di vê hilbijartinê de DEM Partiyê namzedên xwe hene û ew êdî piştgiriya CHPyê nakin.

Bangeşeya helbijartinan li Anatolyaya Navîn germ bûye.

Wesayîtên DEM Partiyê bi stranên Kurdî li nav taxên navçeya Kuluyê digerin.

Kurdên navçeya Kuluyê û bi taybetî jî aligirên DEM Partiyê dixwazin vê carê şaredariya navçeyê bi dest bixin.

Namzedê DEM Partiyê yê navçeya Kuluyê Kurdekî xelkê wê deverê ye û 30 sal in li Swisrayê dijî.

“Li Swîsreyê bi 4 zimanan xizmet tê kirin, çima li Anatolyaya Navîn Kurdî nebe”

Ew hatiye li navçeya xwe bûye berbijêr û dibeje li şaredariyên Swîsreyê bi 4 zimanan kar û xizmet tê kirin, çima li şaredariyên Antolyaya Navîn, Kurdî nebe.

Namzedê DEM Partiyê ya şaredariya Kuluyê Bekîr Karakurt ji Rûdawê re got:

“Wekî tê zanîn ez demeke dirêj e li Swîsreyê dijîm, li wê derê 4 ziman hene zarok dikarin heta zanîngehê jî bixwînin.

Çima li navçeyên me jî wisa nebe, em dê ji bo vê yekê kar bikin.”

Li Kuluyê û navçeyên Anatolya Navîn kêm û zêde hemû partiyên siyasî ofîsên bangeşayê vekirine.

Ji bo xelkê mijara sereke her dîsa debar e.

Kurdên Kuluyê jî dixwazin encamên helbijartinê rewşa wan baştir bike.

“Tiştek bi mûçeyê me nayê”

Xanenişîn Îhsan Kulu jî got:

“Bi 10 hezar lîreyan em çawa debara xwe bikin, tiştek bi mûçeyê me nayê, em çi bixwin û vexwin?

Kîloyek bacan bûye 80 lîre kîloyek, bîber doh min bihîst bûye 129 lîre.”

Li Navçeya Kuluyê di hilbijartinên heremî yên sala 2019an de aligirên HDPyê wê demê piştgirya namzedê CHPê kiribû lê bi rêjeya ji sedî 58,36 namzedê AK Partiyê bi ser ketibû.

“Daxwaza me şaredarekî Kurd e”

Welatî Abdulkadir Ay jî got:

“Daxwaza me şaredarekî Kurd e. Ez wekî welatiyekî bi salan e neçûme şaredariyê û min daxwazek nekiriye, çima ji ber ku bi salan e ez şaredarekî Kurd nabînim.”

Xanenîşin Heyder Çoban jî got:

“Wekî xelkê Kuluyê îsal hêza me baş e, Kurdên me yên Kuluyê jî dibêjin êdî bes e.

Xelke me dibêje em dê dengê xwe bidin xwe. Ez jî dibêjim dem dema me ye.”

28 gundên Kurdan li Kuluyê hene

Li gorî amarên li ser beşek malperên heremî yên navçeyê hatine belavkirin û bi gotina xelkê deverê bi giştî 33 gundên Kuluyê hene û 28 ji wan gundan bi temamî Kurd in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst