Qeyûmê Colemêrgê li Stenbolê hat protestokirin: ‘Em dê li ber xwe bidin’

30-06-2024
Rawîn Stêrk
Protestoya li Stenbolê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Protestoya li Stenbolê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Qeyûmê Colemêrgê Protesto DEM Partî CHP Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Bi hezaran kesan qeyûmê Colemêrgê li Stenbolê protesto kir û peymana berxwedanê hat dayîn.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê qeyûm danîbû ser Şaredariya Colemêrgê ku di destê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de bû.

Serokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî hat girtin û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Protesto û şermezarkirina danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemergê li gelek navçe û bajaran berdewam dike.

Çalakiyên ku li Stenbolê dest pê kiribû bi mitîngekê gihîştin lûtkeyeke berz.

Derdora 50 saziyên ku li bajêr in, bi hev re li navçeya Kartalê mitîngek li dar xist û wan danîna qeyûman wekî derbeya li ser îradeya gel bi nav kir.

CHPyê cara ewil di asteke ew qasî bilind de û bi awayekî eşkere li qadê piştevaniya DEM Partiyê kir.

Rayedarên DEM Partiyê da zanîn ku çalakiyên wan dê berdewam bikin.

Serokê CHPyê yê Stenbolê jî ji Rûdawê re got ku eger ew pêvajo berdewam bike ew jî dê dest bi mitîngan bikin.

“Qeyûm Bicehime”

Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku di nava AK Partiyê de jî dudengiyek heye û got:

“Em dizanin ku di nava AK Partiyê de jî nîqaş û nerazîbûnek heye. Çi li rêveberiyên navçe û bajaran be çi jî li nava parlementeran be ew nerazîbûn heye.

Em hêvî dikin ku ew nerazîbûn bi awayekî erênî encam bide. Ji ber ku ew 84 milyon kesan eleqedar dike.

Ew tenê ne mijara gelê Kurd e. Tirkiye êdî dixweze nefesê bistîne. Ew mitîng nîşaneya wê ye.

Heq û hiqûqa her kesî di bin gefan de ye. Ji ber wê em dibêjin ‘Qeyûm Bicehime’.”

Bi hezaran Kurdên ku li Stenbolê dijîn di bin tevdîrên ewlehiyê yên awarte de li qada mitîngê kom bûn û tîşortên ku li ser wan ‘Qeyûm Bicehime’ li xwe kirin û danîna qeyûman şermezar kir.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û gelek payebilindên partiyê jî amade bûn.

Serokê CHPyê yê Stenbolê Ozgur Çelîk jî tevî hinek parlementerên partiya xwe û Şaredarê Kartalê li qadê bû.

CHP: Em qeyûman wekî derbeyekê bi nav dikin

Serokê CHP yê Stenbolê Ozgur Çelîk diyar kir ku CHP li dijî danîna qeyûman e û li pey çû:

“Nêrîn û helwêsta CHPyê ya derbarê qeyûman eşkere û zelal e.

Em qeyûman wekî derbeyeke li hemberî demokrasiyê bi nav dikin.

Em wê wekî derbeyeke li hemberî îradeya gel bi nav dikin ku qeyûm li şûna şaredarên ku hatine hilbijartin bên danîn. 

Serokê partiya me ew mijar hem li parlementoyê anî zimên û hem jî partiya me li gelek bajaran vê yekê şermezar dike. 

Em wê derbeya qeyûman a ku li Colemergê rû daye li her derê şermezar dikin.”

Daxûyaniya ku li ser navê “Hêzên Aştî, Demokrasî û Kedê” hatibû amadekirin hat xwendin û Hevseroka Şaredariya Colemergê Viyan Tekçeyê da zanîn ku ew dê çalakiyên xwe bidomînin.

“Em dê her li ber xwe bidin”

Viyan Tekçeyê bi rêya Rûdawê peyama berxwedanê da û li pey çû:

“Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Ew pêvajo bi awayekî bê qanûnî tê birêvebirin.

Em tevî gelê Colemergê li ber xwe didin û em dê her jî li ber xwe bidin.”

Mitînga ku hejmareke zêde ya hunermend û kesên naskirî jî beşdarî bûbûn bi konser û govendan bêyî ku ti nelirêtiyek çêbibe qediya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst