DEM Partî dê li Amedê berbijêrên xwe bide nasandin

28-01-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Hilbijartin Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî roja duşemê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi merasîmekê berbijêrên xwe yên şaredariyan dide nasandin.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) berovajî hilbijartinên borî ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an berbijêrên xwe bi rêya dengdaneke navxwe hilbijartin.

Li derdora 90 navendên li parêzgeh û navçeyên Bakurê Kurdistanê nêzîkî 100 hezar delege çûn ser sindoqan û berbijêrên xwe yên şaredariyan ên Bakurê Kurdistanê hilbijartin.

Tevî ku nîqaş li ser hilbijartinên hinek parêzgehan hene, bi taybetî hinek bernamzed ji encaman nerazî ne jî ew prose bi dawî bû.

DEM Partî roja Duşemê 29ê Kanûna Paşîna 2024an di merasîmekê de hemû berbijêrên xwe yên Bakurê Kurdistanê ji raya giştî re radigihîne.

Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî beşdarî merasîmê dibe.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê berî du rojan di daxuyaniyekê de gotibû:

“Me gotiye em dê encamên ji sindoqan derketine qebûl bikin. Me erkê li ser milê xwe pêk anî û gelan jî çi ketibe ser milê xwe kirin.

Me ji bo nasandina berbijêrên xwe yên ku di dengdanê de hatine hilbijartin dest bi xebatan kir. Em dê 29ê Kanûna Paşîna 2024an li Amedê civîna xwe ya nasandina berbijêran pêk bînin.”

Niha yek ji pirsên ku tên meraqkirin ew e ku gelo dê berbijêrên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî bên ragihandin an na.

Ji ber ku heta niha jî encamên pêşhilbijartinan di nav bernamzedên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ji raya giştî re nehatine ragihandin.

Pêşhilbijartin ji bo bernamzedên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 2 caran hat kirin. Ya yekem hat hilweşandin.

Dogan Hatun ku di dengdana yekem de bûbû 4emîn, piştî hilbijartin hate dubarekirin bû duyem.

Bernamzed Garîp Kandemîr di her du hilbijartinan de bû yekem lê mercê DEM Partiyê ew bû ku ji sedî 50+1ê dengan bi dest bixe.

Di hilbijartina duyem de Dogan Hatun bû yeken bernamzed lê Garîp Kandemîr li dijî vê yekê îtîraz kir û got, gendelî di wan hilbijartinan de hatiye kirin.

Kandemîr ragihandibû ku li dijî wî kampanyayeke reşkirinê hatiye meşandin û guşar li ser delegeyan hatiye kirin da ku dengê xwe di gera duyem de nedin wî.

Herwiha tekez kiribû ku eger ew hilbijartin neyê hilweşandin dê ji DEM Partiyê îstîfa bike û dest ji siyasetê berde lê Dogan Hatun heta niha derbarê mijarê de ti daxuyaniyek nedaye.

Li gorî zanyariyan bernamzed Cebbar Leygara jî ku di hilbijartina yekem û gera wê ya duyem de bûbû duyem, dê dijî encaman îtîraz bike.

DEM Partiyê 23yê Kanûna Paşîna 2024an ragihandibû ku berbijêrên wan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û Serra Bucak in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst