MUGLA – Dayîk û du zarokên xwe xeniqîn

30-06-2024
Nîşan Mugla Dayîk Zarok Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Menteşeyê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê dayîk û du zarokên wê xeniqîn ku welatiyên Sûriyeyê ne.

Welîde Zazaya 35 salî tevî kurên xwe Mihemedê 7 salî û Ebdulxeniyê 8 salî ji bo xwe hênik bikin ketin Gola Kazanê ya li a navçeya Menteşeyê.

Welatiyên ku dît dayîk û zarokên xwe di golê de bi nav bûn, aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.

Noqavên Şaredariya Muglayê li ser agahdarkirinê çûn cihê bûyerê.

Tîman termê dayîkê û termên her du zarokan ji golê derxistin.

Term ji bo kar û barên otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Muglayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst