Rojeva civîna DEM Partî û CHPyê çi bû?

11-01-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rojeva civîna DEM Partî û CHPyê çi bû?
Rojeva civîna DEM Partî û CHPyê çi bû?
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan DEM Partî CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, îro çûn serdana Navenda Giştî ya CHPyê.

Bakirhan û Hatimogullari bi Serokê CHPyê Ozgur Ozel û berpirsên CHPyê re hevdîtinek kir.

Hevdîtina CHP û DEM Partiyê ji medyayê re girtî bi rê ve çû.

Di rojeva her du aliyan de hilbijartinên xwecihî û mijara tifaqê hebûn.

Ozgur Ozel: Em dê bi zelalî hevdîtinan bikin

Serokê CHPyê Ozgur Ozel diyar kir ku ew dê bi partiya ku di parlamentoyê de sêyem e re bi zelalî li ber kamerayan hevdîtinan bikin.

Ozel herwiha danîna qeyûman jî rexne kir û diyar kir ku ew li dijî qeyûman e.

Seredana DEM Partiyê di heman demê de wekî hewlên avakirina tifaqên helbijartinên heremî jî hate şirovekirin.

Denîz Yucel: Serdaneke nezaketî ye

Berdevkê CHPyê Deniz Yucel li ser pirsa Rudawê seredan wekî seredaneke nezaketî bi nav kir û got

“Seredaneke nezaketî ye, hefteyên borî serokê me birêz Ozgur Ozel û şandeyekê  çûbû serdana DEM Partiyê. Seredana îro jî wekî bersiva wê seredanê ye.”

Piştî hevdîtinê hevserokên DEM Partiyê  û Serokê CHPyê Ozgur Ozel derketin pêşiya kamerayan û behsa naveroka hevdîtinên xwe kir.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel got:

 “Di vê seredanê de, me babetên girêdayî aboriyê û hem jî mijarên siyasî gotûbêj kirin.

Bê goman di keşûhewayekî wiha de em nikarin bêjin ku seredan û hevdîtîna me pêwendî bi helbijartinên herêmî re nine.”

Tulay Hatîmogullari: Me behsa kêşeyên demokrasiyê kir

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî li ser mijarê axivî û got:

“Me îro derfet peyda kir ku em behsa gellek mijara bikin. Me behsa proseyên siyasî yên Tirkiyeyê û cihanê kirin.

Bi taybetî me behsa kêşeyên aboriyê yên Tirkiyeyê û Qeyrana sîstema dadwerî û kêşeyên demokrasiyê kirin.”

Piştî hevdîtinên bi CHPyê re yek ji niqaşa tê kirin ew e ku dê li bajar û metropolên Tirkiyê DEM Partî piştgiriya berbijêrên CHPyê bike.

Berpirsên DEM Partiyê jî di vê derbarê de eşkere dikin ku bingeha stratejiya wan dê parastina berjewendiyên Kurdan be.

“Em bi hemû partiyan re di nava pêwendiyê de ne”

Alîkarê Hevserokê DEM Partiyê Tayîp Temel jî li ser hevdîtinan got:

“Pûwendiyên me ne tenê bi CHPyê re bi hemû aliyên siyasî re, li ser parastina berjewendiyên gelê me yê li metropolan dimeşe.

Li Metropolan tenê Kurd najîn tifaqên me yên din jî hene lê aliyê ku herî zêde mexdûr bûne û hatine binpêkirin Kurd in.

Me soz daye gelê xwe yan em dê vê helbijartinê  bi rengê xwe, bi dengê xwe pêş ve bibin li metroplên Tirkiyeyê, yan jî eger em tifaq û hevkariyekê bikin jî pêwîst e ku aliyê qezenc dike Kurd bin û gelê Kurd be.”

Herî dawî serokê CHPê Ozgur Ozel roja 13ê Kanûna Pêşîna 2023yan navenda DEM Partiyê ziyaret kiribû. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst