Li Îzmîrê teqîn: Gelek mirî û birîndar hene

30-06-2024
Nîşan Îzmîr Teqîn Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê li xwaringehekê teqînek çêbû.

Destpêkê hat ragihandin ku 5 kes mirine û 63 birîndar hene.

Parêzgarê Îzmîrê Suleyman Elban da zanîn ku xisar gihiştiye 11 avahiyên li derdorê.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya paşê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyand ku teqînê ji ber tupê metbexê rû daye. 

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya, di vê teqînê de 4 kes mirine û 35 birîndar hene.

Dîmenên dema teqînê ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hatin qeydkirin. 

Nasname diyar bûn

Li hêla din, navên 5 kesên ku di teqînê de canê xwe ji dest daye wiha ne: Dîlek B., Havîn E., Bîrgul S., Ruken Ç. û Evîn A.

Serdozgeriya Komarê ya Torbaliyê derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê kir.

Di encama lêpirsînê de H.C.yê ku doh tupê gazê yê wê xwaringehê guherî ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst