DEM Partî li Amedê hilbijartina berbijêran dubare dike

20-01-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Hilbijartinên Şaredariyan Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşhilbijartinên xwe yên ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê yên Amedê dubare dike.

Ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê bi sedan kesan ji bo berbijêriyê serî li DEM Partiyê dane.

DEM Partiyê biryar daye ku ew dê bi rêya pêşhilbijartinekê berbijêran diyar bike.

Ji bo vê jî 13 û 14ê vê mehê li 90 navendên dengdanê yên li Bakurê Kurdistanê derdora 100 hezar delege çûn ser sindoqan û deng dan bernamezedan.

Li Amedê Desteya Hilbijartinê ya DEM Partiyê duh ragihand ku ew hilbijartin hatine hilweşandin û dê careke din dubare bikin. 

Berdevkê Desteya Hilbijartinê ya Amedê Abbas Şahîn got ku li Amedê û navçeyên wê di wan pêşhilbijartinan de hinek kêmasiyên teknîkî hebûn û piştî nirxandina nerazîbûnan, wan biryara hilweşandina wan hilbijartinan daye.

 Şahîn ragihand ku dê pêşhilbijartinên nû li Amedê û navçeyên wê roja yekşemê bê kirin.

Abbas Şahîn herwiha bangî delegeyên partiya xwe kir ku biçin ser sindoqan û bi dengên xwe berbijêrên Amedê diyar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst