Hejmara bêkarên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere bû

11-12-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Bêkarî DÎSK-AR TÛÎK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DÎSK-ARê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 8 milyon û 143 hezar kes bêkar in.

Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) rapora xwe ya derbarê bêkariyê de belav kir.

Li gorî raporê di salekê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bêkar a bêyî bandora demsalî 547 hezar kes zêde bûye û di Kanûna Pêşîna îsal de gihiştiye 8 milyon 143 hezar kesan.

Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) ew hejmar 2 milyon û 961 hezar kes in.

Wate derdora 5 milyon ferq di navbera amarên TUÎK û DÎSK-ARê de heye.

Li gorî raporê rêjeya bêkariya bêyî bandora demsalî di nav mêran de ji sedî 7 e lê heman rêje di nav jinan de ji sedî 11.3 ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst