Rapirsî: Kiliçdaroglu bi rêjeya ji sedî 57.1 li hember Erdogan bi ser dikeve

11-03-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Rapirsî PÎAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiyeke Kompanya Lêkolîn û Rapirsiyan a PÎARê ya vê mehê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 11.6ê dengan bidest dixe û dibe sêyem partiya herî mezin. Dengên Partiya Gel a Komarî (CHP) bo ji sedî 32.3 zêde bûne û dengên AK Partiyê jî berovajiya CHPê bo ji sedî 30.8 daketine.

Kompanya Lêkolîn û Rapirsiyan a PÎARê encamên rapirsiya xwe ya meha Adara 2023an a derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de eşkere kirin.  Rapirsî li 12 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ligel hezar 460 kesan hatiye kirin.

Li gor rapirsiyê CHP bi rêjeya ji sedî 32.3ê dengan yekem partî ye. Dengên AK Partiyê ku di piraniya rapirsiyan de li pêş CHPê bû bo ji sedî 30.8 daketine û duyem partî ye. HDP jî ji sedî 11.6ê dengan dibe û li gor rapirsiyê dibe sêyem fraksiyona herî mezin li Parlamentoya Tirkiyê.

Li gor rapirsiyê di navbera berbijêrên Serokkomariyê yên Hevpeyamaniya Millet û Hevpeymaniya Cumhur de jî ji sedî 10 ferq heye. Di rapirsiyê de ji beşdarvanan hatiye hatiye pirsîn: "Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengên xwe bidin kîjan partî û berbijêrê serokkomariyê?”

Bersiva wiha ne:

Dengên partiyan

CHP: %32.3

AKP: %30.8

HDP: %11.6

ÎYÎ Partî: %8.3

MHP: %7.1

Partiya Pêşerojê: %3.7

Partiya DEVA: %2.1

Partiyên Din: %4.1

Dengên berbijêrên serokkomariyê

Hevpeymaniya Millet

Kemal Kiliçdaroglu: %57.1

Hevpeymaniya Cumhur

Recep Tayîp Erdogan: %42.9

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst