Li Semsûrê 5 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

10-10-2023
Nîşan Semsûr Desteserkirin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 5 kes hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan, Hêzên Ewlehiyê bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Semsûrê, li wê parêzgehê bi hinceta “endamtiya PKKyê” û “ji PKKyê re dabînkirina alîkariya lojîstîkî” operasyonek da destpêkirin.

Di çarçoveya operasyonê de hêzên ewlehiyê îro bi ser çend navnîşanan de girt û 5 kes desteser kirin.

Kesên desteserkirî piştî karûbarên li navenda cendermeyan şandin dadgehê.

PKKyê 1ê Çiriya Pêşîn li Enqereyê li ber avahiya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê êrişek pêk anî.

Di êrişê de 2 polîs birîndar bûb û her du gerilayên ku êriş kiribû canê xwe ji dest da.

Tirkiyeyê piştî vê êrişê, bi hinceta PKKyê dest bi operasyonan kir.

Heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedan kes hatine desteserkirin

Hezên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rojane bi ser mal û navnîşanên cûda de digirin û bi dehan kesan desteser dikin ku piraniya wan berpirs, siyasetmedar û endam û alîgirên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) in.

Li aliyê din, Tirkiyeyê di rojên dawiyê êrişên xwe yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst