HSD: Tirkiye li Minbicê baregehên nû ava dike

27-03-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Tirkiye Minbic Baregeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku artêşa Tirkiyeyê li ser Girê Qereqozaqê, rojavayê çemê Firatê û başûrê rojhilatê Minbicê baregehên nû ava dike.

HSDyê dîmenek ji girê Girê Qereqozaqê belav kiriye, tê de diyar dibe ku panzerên Tirkiyeyê lê bi cih bûne, dar tên birîn û baregeheke mezin tê avakirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê der barê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

HSD dibêje, tevî hemû hewlên navdeweltî yê ji bo aramkirina rewşê Tirkiye bi berdewamî êrişî  Rojavayê Kurdistanê dike.

Li gorî daxuyaniyê armanca Tirkiyeyê cihên di bin kontrola xwe de berfireh bike û ew sûdê ji valahiya desthilatê û lawaziya Şamê digire û hewl dide li ser axa Sûriyeyê baregehên leşkerî yên nû ava bike.

Di daxuyaniya HSDyê de wiha hatiye gotin:

“Artêşa Tirkiyeyê bi şev û bi awayekî veşartî maşîne û pêdiviyên leşkerî tîne herêmên başûr û rojhilatê bajarê Minbicê û derdora Kobaniyê da ku baregehên nû li Girê Qereqozaqê, aliyê rojava yê çemê Firatê û gundê Hesen Axayêyê li başûrê rojhilatê bajarê Minbic ava bikin.

Tevî ku zêdetirî 200 baregeh û xalên leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê hene ku tê de bi deh hezaran leşker, alavên îstîxbaratî, radarên nûjen û tankên pêşketî û kamereyên çavdêriyê lê hene lê dewleta dagirker di avakirina baregehên de de rêbazên veşartî bi kar tîne û alên Tirk li ser wan baregehan bilind nake.”

“Xebatên avakirinê li hin baregehan dewam dikin”

HSDyê da zanîn ku ji dîmenên bi dronan hatine girtin diyar dine ku baregehên Tirkiyeyê li erdîngariyeke berfireh hene û got:

“Ji dîmenan, avakirina bircên çavdêriyê, çeperên tank û obîsan û baregehên leşkerî diyar dibin.

Wêneyên ku hatine girtin, piştrast dikin ku xebatên avakirinê li hin baregehan dewam dikin û li hin baregehên din temam bûne.”

HSDyê her wiha amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye van baregehan ji bo kontrolkirina Sûriyeyê û êrişên xwe li li Rojavayê Kurdistanê bi kar tîne û got:

“Armanca ji tevgerên wê li herêmên nû, ew e ku derbasî kûrahiya Sûriyeyê bibe û zemîneke leşkerî ya dagirkirinê ya heya demeke dirêj li Sûriyeyê çêke.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst