Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê 10 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê îro li wî bajarê Bakurê Kurdistanê bi ser malekê de girt û kesekî bi navê O.S. bi îdiaya endamtiya PKKyê desteser kir.
Hêzên ewlehiyê kesê desteserkirî piştî kar û barên destpêkê yên li Navenda Ewlehiyê ya Semsûrê bir dadgehê.
Her wiha li parêzgeha Îzmîrê jî hêzên ewlehiyê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya wî bajarî, bi ser gelek malan de girt.
Hêzên ewlehiyê 9 kes bi hinceta ku wan li ser medyaya civakî propagandeya PKKyê kiriye desteser kirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse