Li Semsûr û Hatayê bi hinceta PKKyê 3 kes hatin desteserkirin

21-11-2023
RÛDAW
Nîşan Semsûr PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê, bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 3 kes hatin desteserkirin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê bi “hinceta PKKyê” doh li parêzgehên Semsûr û Hatayê operasyon kir.

Di operasyonê de li her du parêzgehan bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 3 kes hatin desteserkirin.

Cendirmeyan her 3 kesên desteserkirî birin Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê.

Karên wergirtina îfadeya her 3 kesan li Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê berdewam e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst