Kurê parlamenterekî AK Partiyê: Zimandirêjiya li hemberî Alaya Kurdistanê ne hedê ti kesî ye

28-03-2025
RÛDAW
Nîşan Alaya Kurdistanê Sîraç Ensarîoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sîraç Ensarîogluyê kurê Parlamenterên AK Partiyê Salîm Ensarîoglu, nerazîbûn nîşanî heqaretên li ser Alaya Kurdistanê hatine kirin da û got, “Zimandirêjiya li ser van nirxan ne hedê ti kesî ye.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş û Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu heqaret li Alaya Kurdistanê kir û ev yek di nav Kurdan de bû cihê nerazîbûnê.

Mansur Yavaş û Musavat Dervîşoglu peyva paçik  (paçavra) ji bo Alaya Kurdistanê bi kar anî.

Endamê Lijneya Şêwrê ya Bilind a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Siraç Ensarîoglu der barê gotina “paçik” a ji Alaya Kurdistanê hatiye bikaranîn, daxuyanî da.

“Zimandirêjiya li ser van nirxan ne hedê ti kesî ye”

Sîraç Ensarîogluyê kurê Parlamenterên AK Partiyê Salîm Ensarîoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyekî Serok Mesûd Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan yê li ber Aalaya Kurdistanê belav kir û got:

“Van rojên dawî gotinên ku nirxên Kurdan dike hedef, rojeva Tirkiyeyê mijûl dike.

Her wekî ku Alaya Komara Tirkiyeyê ji bo Kurdan nirxeke girîng e, Alaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Îraqê jî ji bo Kurdan nirxeke girîng e.

Zimandirêjiya li ser van nirxan ne hedê ti kesî ye.”

Herî dawî li Parlamentoya Tirkiyeyê Alaya Kurdistanê bûbû sedema aloziyê ku parlamenterên ÎYÎ Partiyê gotibûn “paçik” û parlamenterên DEM Partiyê nerazîbûn nîşan dabû.

Di xwenîşandanên CHPyê de jî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş bi heman awayî heqaret li Alaya Kurdistanê kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst