Serokê Baroya Wanê ji bo giliyê ji Mesrûr Barzanî daxwaza wekaletê kir

28-03-2025
RÛDAW
Nîşan Alaya Kurdistanê Heqaret Mesrûr Barzanî Baroya Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz li ser heqareta ku li Alaya Kurdistanê hat kirin, diyar kir ku eger Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wekalet bide ew dê li ser vê yekê giliyê tomar bike.

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz 27ê Adarê li ser hesabê xwe yê Xê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tag kir û daxwaza wekaletê kir.

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz di parvekirina xwe de anî ziman:

“Yên ku di van demên dawîn de li dijî gelê Kurd sûcê kîn û neyarî yê dikin, di heman demê de bi heqareta Alaya Kurdistanê jî xala 341a Qanûna Cezayê ya Tirk bin pê dikin.

Ez radigihînim ku heger birêz Mesrûr Barzanî wekaletê bide min, ez dê li ser navê Kurdistanê li dijî aliyên pêwendîdar giliyê bikim.”

Herî dawî li Parlamentoya Tirkiyeyê Alaya Kurdistanê bûbû sedema aloziyê ku parlamenterên ÎYÎ Partiyê gotibûn “paçik” û parlamenterên DEM Partiyê nerazîbûn nîşan dabû.

Di xwenîşandanên CHPyê de jî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş bi heman awayî heqaret li Alaya Kurdistanê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst