Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê, wêneyên herî dawî yên Narîn Gurana 8 salî ku berî were kuştin bi malbata xwe re çûbû gerê, derketin holê.
Narîn Guran di wêneyan de bi tîşortekî reş û şimikên sor tê dîtin ku ew jî bi wan cilên li ser termê wê hatibû dîtin re hev digirin.
Li gundê Çilûyê navçeya Rezanê ya Amedê Narîn Gurana 8 salî ku hatibû îdiakirin 21ê Tebaxa 2024an winda bûye, piştî 19 rojan 1,5 kîlometreyan dûrî mala xwe di nav telîsekî de di nava çem de termê wê hatibû dîtin.
Wêneyên dawî yên Narînê ku bi malbata xwe re li cihekî gerê hatiye girtin, derketin holê.
Li gorî nûçeya Huseyîn Kaçar a rojnameya Sabahê cil û bergên Narînê di wêneya dawî de bi cil û şimikên ku li ser termê wê hatibûn dîtin re hev digirin.
Di wêneyê de tê dîtin ku Narînê tîşortekî reş û şimikên sor li xwe kirine.
Di doza ku li Dadgeha Cezayên Giran a 8an a Amedê hat dîtin de, 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an, dayîka Narînê Yuksel Guran, apê wê Salîm Guran û birayê wê Enes Guran, bi sûcê “bi hevkariyê kuştina bi zanebûn a zarok” bi cezayê heta hetayê ya giran hatibûn cezakirin.
Nevzat Bahtiyarê cîran ku piştî bûyerê hat diyarkirin termê Narînê li çem veşartiye, bi sûcê “tunekirin, veşartin an jî guherandina delîlên sûc” bi 4 sal û 6 mehan hat cezakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse