Kompanya Gezici: Hilbijêrên jin ji AK Partiyê dûr dikevin

09-07-2020
RÛDAW
Nîşan Gezici AK Partî CHP Tirkiye Berbijêr Hilbijartin HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolîna dawî ya Kompanya Gezici ya Lêkolînan, jinên ku 18 sal e piştgiriya desthilata AK Partiyê dikin niha jê dûr dikevin. Piştgiriya jinên malê û jinên di grûpa 50-64 salî de 8 heta 10 xalan daketiye. Li gor Serokê Kompanya Gezici Murat Gezicî, ji sedî 54ê dengê xwe didin AK Partiyê ji jiyana xwe ne memnûn in.

Li gor Kompanya Gezici ya Lêkolînan,  piştgiriya AK Partiyê ya jinên temenê wan di navbera 50-64 salî de ku ji sedî 53 bû, niha daketiye ji sedî 45.5ê. Ev grûpa ku ji sedî 21.3ê hilbijêran pêk tîne, di hilbijartinên navbera 2015-2018ê de bi rêjeya ji sedî 53.8 dengê xwe dane AK Partiyê. Di hilbijartina Serokkomariyê de ji sedî 58ê jinên temenê wan di navbera 18-75 salî de dengê xwe dane berbijêrê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan.

Niha rêjeya vê grûpê daketiye ji sedî 48. Ji sedî 38.6ê jinên di grûpa 35-49 salî de dîsan dibêjin ligel AK Partiyê ne, lê bi giştî tê gotin ku ji hemû grûpan ji sedî 15 heta 15an dûrketin heye. Li gor medya Tirkiyê, di lêkolînê de tê gotin: “Ev rewş wiha pêşan dide ku AK Partî hilbijêrên xwe yên jin ji dest dide.”

Serokê Kompanya Gezici Murat Gezicî dibêje: “Eger mirov di vê çarçoveyê de temaşe bike, tê texmînkirin ku eger hilbijartin were kirin dê nerîna jinan  a derbarê dengdanê de bê guhertin. Ji sedî 54ê jinên dengê xwe didin AK Partiyê ji jiyana xwe ne memnûn in. Ciwan jî li benda Tirkiyeke wiha ne ku dijayetîkirin nebe û aştiyeke civakî hebe.”

Partiya desthilatê ku berê zêdetir deng ji hilbijêrên jin werdigrtin, niha ketiye rewşeke wiha ku zêdetir mêr dengê xwe didinê. Beşek jinên jê dûrketine çûne nav CHPê û beşek ji wan jî niha di statûya bêbiryaran de ne. Ji sedî 55ê dengê xwe didin CHPê jin in. Ji sedî zêdeyî 50ê hilbijêrên HDP, ÎYÎ Partî û MHPê ji mêran pêk tên.

Li gor Gezici, rêjeya dengên Nifşê Z kesên sala 1995 û piştî wê ji dayîk bûne ji sedî 12 e û jinên malê jî nûnertiya grûpeke ku rêjeya dengên wan ji sedî 18.5 dikin. Gezici da zanîn ku dê bandoreke xuya ya Nifşê Z û jinên malê li ser hilbijartinan hebe û got: “Li gor lêkolîna me ev herdu grûp li beramber AK Partiyê bimesafe ne, eger valahiya navbera AK Partî û van grûpan her berfireh bibe, di hilbijartina 2023ê hilbijartina birêz Erdogan zehmet dibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst