Berbijêrên AK Partiyê yên Rihayê eşkere bûn

07-02-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Berbijêr Hilbijartin AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan berbijêrên AK Partî û tifaqa Cumhurê yên Riha û navçeyên wê eşkere kirin.

Li Salona Sporê ya 11 Nîsanê, civîna danasîna berbijêrên AK Partiyê yên Şaredariya Rihayê û navçeyên wê hat lidarxistin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî civînê bû.

Erdogan piştî axaftina xwe berbijêrên AK Partî û tifaqa Cumhurê yên Şaredariya Rihayê û navçeyên wê eşkere kirin.

Berbijêrên AK Partiyê yên Rihayê û navçeyên wê wiha ne:

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê: Zeynel Abîdîn Beyazgul

Kaniya Xezalan: Abdulhakîm Ayhan

Bêrecûk: Mahmut Mîrkelam

Hewag: Suphî Aksoy

Serê Kaniyê: Seyîthan Atîlla

Eyûbiye: Mehmet Kuş

Xelfetî: Şeref Albayrak

Xelîliye: Mehmet Canpolat

Heran: Mahmut Ozyavuz (MHP)

Curnê Reş: Aslan Alî Bayik

Karakopru: Metin Baydîllî

Siwêreg: Alî Murat Bucak

Sirûc: Mustafa Yuksel

Wêranşar: Salîh Ekîncî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst