Parlamenterê berê yê HDPê: Dê efûya giştî bê ragihandin

17-06-2023
RÛDAW
Nîşan Muslum Dogan Efûya Giştî Tirkiye HDP AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê HDPê û Wezîrê berê yê Pêşketinê Muslum Dogan diyar kir ku dê di 29ê Cotmehê de efûya giştî bê ragihandin, efû dê siyasetmedaran jî bigire nav xwe û gotina "çek hilnegirtibe" lê bê zêdekirin.

Muslum Dogan ku piştî hilbijartinên Hezîrana 2015'an demeke kurt wezîrî kir, îdia kir ku wê di 29'ê Cotmeha 2023'an de efûya giştî bê ragihandin.

Dogan li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo efûya giştî dem diyar kir û îdia kir ku “Bi qanûneke ku dê di 29ê Cotmeha 2023an de bikeve meriyetê wê efûya giştî bê ragihandin.”

Muslum Dogan derbarê mijarê de pirsên 10Haberê bersivand û got “Hevalekî min ê ku di AK Partiyê de payebilind û di nava xebatên efûyê de cih digre ji min re ev tişt got. Xebatek bi vî rengî ji bo pêkanîna aştiya civakî ya taybet bi 100 saliya Komarê tê kirin. Hevalê min ê AK Partiyê yê ku ev ji min re ragihand got ku bi vê xebatê MHP jî hatiye îknakirin. “

Dogan li ser pirsa çarçoveya efûya giştî wiha bersiv da:

“Lêkolîn hîn neqediyaye, lê efû dê hem li girtiyên siyasî hem jî li girtiyên edlî li xwe bigire. Li vê derê dê bi gotina `kesên ku çek hilnegirtine` lê bê zêdekirin, dê ew jî bikevin çarçoveya vê efûya giştî.”

Muslum Dogan tekez kir ku xebatên amadekirina lêkolînê di demeke nêz de dest pê kiriye û wiha got “Niha ji girtîgehan rapora rewşa dawî hatiye xwestin. Ez difikirim ku xebata li ser vê raporê dê bêtir berfirehtir bibe. Herwiha ji bo kesên KHK (bi Biryara Hûkmê Qanûnê hatine girtin) jî xebatek tê kirin. Yên KHKyî li ser grûban hatine dabeşkirin. Lê hêjî tiştekî ku di derbarê vê mijarê de zelal bûye tine.”

Sekreterê Giştê yê MHPê Buyukataman: Xebateke wisa tine

Sekreterê Giştî yê MHPê Îsmet Buyukataman li ser pirsa derbarê îdiaya Muslum Dogan a dê `efû dê bê derxistin` wiha axivî “Derbarê mijareke wiha giring de li cihê ku rayedarên du partiyan hebin ragihandina vê para vî zewatî ketiye. Xebateke wisa tine. Qet nebe haya min ji xebateke wisa tine.”

Li aliyê din mijara efûya giştî car caran bi taybetî li medyaya civakî ji aliyê gelek kesan ve tê daxwazkirin.

Li Tirkiyê 399 girtîgeh hene

Niha li Tirkiyeyê 279 girtî, 89 vekirî, 10 girtî yên jinan, 8 vekirî yên jinan, 9 girtî yên zarokan, 4 navendên perwerdehiya zarokan bi giştî 399 girtîgeh hene.

Bi giştî kapasîteya girtîgehên Tirkiyê 289 hezar û 974 kes e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst