17 hezar û 258 koçber hatine dersînorkirin: ‘Em dê bêhnê li wan biçikînin’

08-08-2023
RÛDAW
Nîşan Vegerandina Koçberan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku di 2 mehan de hezar û 385 qaçaxçiyên  koçberan hatine desteserkirin û 17 hezar û 258 koçber jî hatine dersînorkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya got, “Em dê bêhnê li organîzatorên qaçaxiya koçberan biçikînin.”

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî amarên li ser qaçaxiya koçberan û koça neyasayî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kirin.

385 qaçaxçî hatine desteserkirin

Yerlîkaya da zanîn ku wan li dijî qaçaxçiyên koçberan di 60 rojên dawî de 2 hezar û 548 operasyon pêk anîne û di wan operasyonan de hezar û 385 qaçaxçî hatine desteserkirin.

Alî Yerlîkaya eşkere kir ku 37 qaçaxçî hatine girtin, 172 ji wan bi mercê kontrola dadî hatine berdan û lêkolînên li ser qaçaxçiyên din jî berdewam dikin.

“17 hezar û 258 koçber hatine dersînorkirin”

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku di operasyonên 2 mehan de 35 hezar û 867 koçber hatine destserkirin û got:

“17 hezar û 258 koçber ji wan hatine dersînorkirin. Karûbarên dersînorkirina koçberên din jî berdewam dikin.”

"Em dê bêhnê li organîzatorên qaçaxiya koçberan biçikînin”

Alî Yerlîkaya di berdewamiya peyama xwe de anî ziman, “Em dê bê navber rûbirûyî koça bêserûber bibin. Em dê bêhnê li organîzatorên qaçaxiya koçberan biçikînin.”

Li gorî Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê ya Wezareta Karên Navxwe li seranserî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 4 milyon û 893 hezar û 752 koçber hene.

Derdora 3,7 milyon ji wan, koçberên ji Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê ne.

Beşeke partiyên opozîsyona Tirkiyeyê dibêjin li Tirkiyeyê derdora 10 milyonan koçber hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst