Di nava rojekê de 584 koçber hatin desteserkirin

18-09-2023
RÛDAW
Nîşan Koçber Ewropa Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Edîrne û Îzmirê yên Tirkiyeyê 502 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li parêzgehên Kocaelî, Çanakkale û Aydinê jî gelek koçber hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan, hêzên ewlehiyê yên Edîrneyê, di çarçoveya xebatên rêgirîkirina qaçaxçitiya koçberan de li navenda bajêr û navçeyan xalên pişkinînê danîne û otomobîl û barhilgir kontrol kirine.

Di pişkinînan de li tevahiya parêzgehê 236 koçber hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê piştî karên fermî koçberên ku dixwest biçin Ewropayê şandin Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edîrneyê.

Herwiha li Deryaya Egeyê di nav sînorên Îzmirê de jî di 3 belemên cuda de 266 koçberên ku dixwest biçin Yûnanistanê hatin desteserkirin.

Hezên ewlehiyê piştî karên fermî koçber birin Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmirê.

Herwiha li navçeya Dîlovasiyê ya Kocaeliyê 5, li Aydinê 38 koçber li deryayê û li navçeya Ayvacikê ya Çanakkaleyê jî 39 koçberên ji Efxanistanê hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst