Li Edirneyê di hefteyekê de 1975 koçber hatin desteserkirin

17-09-2023
RÛDAW
Nîşan Koçber Edirne Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edirneyê ya Tirkiyeyê di nav hefteyekê de hezar û 975 koçber hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Rêvebriya Ewlehiyê ya Edirneyê, di operasyon û lêgerînên tîmên Fermandariya Cendirmeyan û Rêveberiya Ewlehiyê de, di hefteyekê de hezar û 975 koçber hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku koçberên desteserkirî xelkê Sûriye, Pakistan, Efxanista, Îraq, Îran û Filistinê bûne.

Koçberên desteserkirî piştî wergirtina îfadeyan, ew birin Rêveberiya Koçê ya Edirneyê.

Tê gotin ku ji bo koçber nikaribin di ser Tirkiyeyê re derbasî welatên Ewropayê bibin hêzên ewlehiyê yên wî welatî tedbîr dijwar kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst