Hejarî yek ji mijarên girîng ya bangeşeya hilbijartinên Tirkiyê ye

08-05-2023
Hejarî yek ji mijarên girîng ya bangeşeya hilbijartinên Tirkiyê ye
Hejarî yek ji mijarên girîng ya bangeşeya hilbijartinên Tirkiyê ye
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Hejarî Bangeşe Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 6 rojên din dê xelkê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê biçin ser sindoqên dengdanê. Aliyên siyasî bi mitîngên mezin hêza xwe nîşanî hev didin û di mitîngên wan de hejarî yek ji mijarên girîng a bangeşeyê ye.

Mîtîngên partî û hevpeymaniyan bo hilbijartinên 14ê Gulanê berdewam dikin.

Doh Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, mitînga xwe ya milyonî li Balafirxanaye Ataturk a Stenbolê pêk anî. Li gorî çavkaniyên AK Partî, milyonek û 700 hezar kes tevlî mîtînga AKPê bûn.

Erdogan di axaftina xwe ya li vir de dîsan behsa karên di dema deshilata wan de hatîn kirin kir û got; wan xizmetên gelek mezin ji xelkê re kirine û rewşa welat ji cihek gelek xirap aniye cihek gelek baş.

Serokkomarê  Tirkiyê Recep Tayip Erdogan got: “Eger em yek bi yek behs bilkin bi rojan bidawî nabe bi berhem û xizmetên xwe me ev welat mezin kiriye. Me bi hêz kiriye. Me xelkê xwe xistiye nav jiyanek  bi ewle û aram. Bi meşê ev rê xilas nabe, gelek tiştên em bikin hene. Bê guman pirsgirêk hene, lê despêkê em binêrin em ji ku hatine ku?”

Lê opozisyona Tirkiyê dibêje rewşa aborî ya welat gelek xirab e û her ku diçe xelkê Tirkiyê hejartir dibe.

Serokşaredarê Bajarê Mezin yê berê yê Mêrdînê Ahmet Turk ku li cihê wî qayûm hatî danîn, di mîtînga Partiya Çepên Kesk a li Dîlok a Bakurê Kurdistanê de got, xelk ewqas hejar bûye êdî nikare tiştê ku bi xwe berhemtîne bikire.

Ahmet Turk got: “Dema em li vî welatî dinêrin em dibînin ku hejarî û birsîbûn gihiştiye asta herî jor. Dîlok bajareke pîşesaziyê ye. Berhemhênerên fistiqan hene, beqlewaya Dîlokê bi nav û deng e, zeytûnên wê hene. Lê bawer bikin îro ev  berhemhêner bixwe jî nikarin wan fistiqa bixwin, nikarin wê beqlewatê bixwin. Di wê astê de ne ku tiştên berhem tînin nikarin bi karbînin. Em li welatek bi vî awayî dijîn. Bê goman gelek pirsgirêk hene.”

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî di mîtînga partiya xwe ya li Kirikkaleyê de axivî û got esnaf hemû deyndar in, bo çareseriyê dema ew hatin ew dê wezareta esnafan ava bikin.

Serokê CHPê û Berbijêrê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu dibêje: “Rewşa esnafên me gelek xirab e, berê rehmetiyê Ozal digot esnaf sitûna navê ne, lê van sitûna navê nehiştiye, esnaf perîşan kirine. Hema bêje her kes deyndar e. Bo wê esnaf dibêjin em bêxwedî ne. Rast e xwediyê wan tunebû. Lê bay Kemal dê bibe xwediyê wan jî. Em dê wezareta esnafan avabikin.”

Rikeberiya di navbera aliyên siyasî de her ku diçe dijwartir dibe.

Her kes dixwaze bi vegotina êş, daxwaz û niyazên û danasîna bernameyên xwe dengên xwe zêdetir bike, da ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de encameke baş bidest bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst