Ozdag biryara xwe neda û dê civîneke din ligel Kiliçdaroglu bike

23-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Umit Ozdag Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ragihand ku ew dê îşev bi Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Milet û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu re civînekê bikin.

Biryar bû Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag helwesta partiya xwe ya derbarê hilbijartina geram duyemîn a Serokomariyê de eşkere bike. Ozdag li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Umit Ozdag diyar kir ku di hevdîtina bi Berbijêrê Serokomar yê Hevpeymanaiya Milet Kemal Kiliçdaroglu re ew gihîştine astekê, lê hevdîtina wan hêj negihîştiye encamekê.

Ozdag wiha axivî: "Ez û Birêz Serokê Giştî yê CHPyê û berbijêrê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu îşev civînê bikin. Piraniya hevdîtinên protokolê li ber temambûnê ne, lê hêj hel nebûye. Ji bo ku temam bibe divê em li hemberî hev rûnên û civînê bikin û mohr bikin. Ji ber vê jî em dê hevdîtinê îşev bikin. Ez hêvî dikim ev pêvajoya ku heta niha bi erênî pêk hat jî ji niha pê ve jî erênî be. Eger ev yek pêk bê sibê di saet 11.00an de ez û Birêz Kemal Kiliçdaroglu em dê bi hev re daxuyaniyê bidin."

Berbijêrê serokomariyê yê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan ji bo gera duyemîn ragihand ku ew dê piştgiriyê bide Serokomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhuur Recep Tayyîp Erdogan. Ev yek jî ji Ozdag hat pirsîn û wî jî got ku ew biryara Ogan e û ew li ser wê mijarê nasekinin û li pêşiya xwe dinêrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst